NAVENDA NÛÇEYAN –Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ên Raqayê bi du daxuyanîyên cuda êrîşen li ser Rêber Apo Şermezar kirin. Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa û gundewarê wê gefên dewleta Tirk ên li ser Rêber Apo şermezar kirin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Sana El-Îbrahîm daxuyanî xwend.
Daxuyanîya Jinên Ciwan bi vî awayî ye.
Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqa û gundewarên wê îro li pêşberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku hatîye kirin û Dewleta faşîst a Tirk her tim xwestiye fikir û felsefeya Rêber Apo ji holê rake lê belê Dewleta Tirk nikarê îradeya Rêber Apo bişkînê û Fikir û felsefeya Rêber Apo di nav Gelên Azadî xwez de rakê.
Dewleta faşîst a Tirk Rêber Apo bi kuştinê tehdîd dike, ne tiştekî hêsan e, ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo bandorê li hemû gelên cîhanê dike.Em dewleta faşîst a Tirk hişyar dikin ku: Tiştê ku zirarê bide serokê me, em ê bi tundî bersivê bidin. Daxuyanî bi sloganên ‘’ Bijî Rêber Apo ‘’ bi dawî bû.
Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên sûrîyê yê şaxê Raqa û Gunda warê wê girêdayî heman mijarÊ daxuyanîyek dan. Ciwanan daxuyanî li ber navenda xwe ya Bajarê Raqayê dan
Daxûyanîya Tevgera Ciwanên Şoreşger bi vî awayî ye.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Reqa û gundewarê wê îro li dijî Gefên a Dewleta Dagirker Tirkîyê li ser Jîyana Rêber Apo dike em bi tundî Şermezar dikin. ku ev zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên gelekî giran, tecrîda derveyî Huquq û mafê Jîyanê lê hatîye qedexekirin Rêber Apo Tekoşîn dike
em bang li her kesê ku îdîa dikin nûnertiya nirx û edaletê dike da ku erka xwe ya exlaqî li hember Rêber Apo bi cih bîne.Em weke Tevgerên Ciwanên Şoreşger a Reqayê hişyariyê didin dewleta Tirk a dagirker û her bêbextiya ku Rêber Apo pê re rû bi rû bimîne em wê berpirsyar dibînin. ku ev yek Dewleta Tirkîyê vê berdêla wê bide, ji ber ev kiryarê Dewleta Tirk a Dagirker bandorê li rûmet û nasnameya bi milyonan gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryaniyan dike.
Em bang li hemû jinên Ciwan û Ciwanan dikin ku bikevin rêya azadî, rêya rûmetê û tevlî nava refên gerîla bibin. Em weke tevgerên ciwanan tu carî dest ji Tekoşîna xwe bernadin ku Heta Azadîya fîzkîya Rêber Apo mîsoger nebê emê têkoşîna xwe bi Hemleya ‘Cenga Azadîyê Serbixin’ û em vê hemleyê bikin hemleya serkeftin û Azadiyê fîziki ya Rêber Apo
Daxuyanî bi sloganên ‘’ Bimre Faşîzma Dewleta Tirk’’ û ‘’Bijî berxwedana Rêber Apo’’ bi dawî bû.