TAPQA – Jinên ciwan li Tapqayê ev demek e ji bo bi hev re perwerdeya çekan bibînin tên cem hev. Perwerdeya çekan dê di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de berdewam bike. Armanca kampanya ew e ku jinên ciwan li hemberî êrîşên dijmin bi xwe bawer bin û bikaribe xwe li dijî êrişên dagirkeran biparêzen.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jinên ciwan di çarçoveya parastina rewa xwe perwerdekirin. Jinên Ciwan ên Tapqayê diyar kirin ku biçekbûn mafê wan ê rewa ye: “Em axa xwe diparêzin. Her jineke Ereb, Kurd, Suryan divê çek rake û parastina axa xwe bike. Em li kolanan parastinê dikin, ger pêwîst bike em ê sing bi sing li dijî dijmin şer bikin û axa xwe rizgar bikin.”