REQA- Tevgerê Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan li bajarê Reqqayê meşek erebeyan li dar xistin.
Meş ji Navenda Ciwanên Şoreşger destpêkir. Meş di tevahî kolanên Bajarê Raqayê de gerîyan Bi dehan Ciwan beşdarî Meşê bûn di meşê de Alên Rêber Apo, Alê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Alê Yekîtîya Jinên Ciwan hildan.
Ciwanan li hember gefên Dewleta Tirk a dagirker li ser Jîyana Rêber Apo dike Şermezar kirin û Ciwanan dîyar kirin ku heya Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebê emê her li qadan bin û çalakîyên xwe xwertir bikin.