NAVENDA NÛÇEYAN – Bi milyonan kes ketine xefika wê û salane hazaran mirov pê dimirin.Bi ‘’Navê dûyem a mirinê’’ tê nasîn.Amûreke dewletên dagirkere kû ciwanan pê kole dikin û civakê hildiweşînin.Hedef jî dagirkerî, helandin û desthilata xwe meşandine.Ev xeterya.mezin, maddeyên hişbere.ji cureyên maddeyên hişber yên kû tên bikaranîn;Haşhaş, Tilyak, Kokayin, Heroyin, Morfîn, LSD û Flaka û bi dehan cûreyên din. Li gorî lekolîneke sala 2017an, 2 milyon kes jiber bikaranîna maddeyên hişber vîrosa AIDS girtine û salane jî 60 hezar kes bi vê nexweşiyê mirine. Ku piştî 5 salan niha ev statistîk pir zêdetire.Li Rojhilata navîn; her yek ji welatên (tirkiye, îran, Misir, Siudiye, Afxanistan û pakistan..) rîza yekemîn a bikaranîn, bazirganî û çê kirina maddeyên hişber girtine.Herwiha Sûriya û Îraq jî jiber hemsinorê herdu welatên tirkiye û îranin,niha weke korîdoreke bazirgarnî û firotina maddeyên hişber tên bikaranîn. Tirkiye hilbirîner û korîdora maddeyên hişber e!Ji dîrokê de împratorya Osmanî, weke yek ji hilberînerê herî bi nav û deng yê maddeyên hişber hatiye nasîn.Bazirganên Tirk di sedsalên 6 û 7’an de,maddeyên hişber (Afiyûn) birine Çînê û bazirganiyek wan ya sereke bû ye.Piştre jî di bin siya împratoriya osmanî de bazirganî û belavkirina maddeyên hişber bi destûrî bûye.
Niha jî mîna sedsalên 6 û 7’an, tirkiye yek ji dewletên herî bi nav û deng a hilbirîn,bikaranîn û firotina maddeyên hişbere.Bazara firotina van maddeyan jî jibo tirkiyê;(Ewrûpa, Asiya navîn û Rojhilata navîn) e,kû armanca sereke jê gelê Kurd û dagirkeriya kûrdistanê bixwe ye.Pir îspat hene, diyar dikin kû Dewleta Tirk qebareyeke mezin ji maddeyên Efiyûn, Haşhaş,Heroyin û Kokayin, hildiberîne û belav dike.Bazara gerim a van maddeyan,di aliyê qaçaxçî û mafiyên Tirk ve hatine kontrol kirin.Salane Dewleta Tirk herî kêm bi qasî 60 miliyon dolaran maddeyên morfîn û kodîn, bi fermî û bi navê tendirûstiyê ji dewletên Amerîkaya Latîn re dişîne.Maddeyên ‘’mîtamîtamîn’’ ji Îranêber bi bazarên başûr – rojavayê asiya re dişîne.Kokayin ji başûrê Afrîka vetê Tirkiye û bi riya bazirganên van maddeyan derbasî Ewrupa û Rojhilata navîn tê kirin.Maddeyên Haşhaş li Afxanistan, lubenan û Albaniya tînin tirkiye.Jibo tirkiye jî rêyeke sereke a firotin û belavkirina van maddeyan Kurdistan e.Li gor raporeke lêkolînê ya kanaleke Rûsî di sala 2015’an de,maddeyê afiyûn ji afxanistan hatiye tirkiye, li labaratorên tirkiyê kirine Heroyin,û piştre jî belavê Ewrûpa û Rojhilata navîn hatiye kirin.Kûrdistan di bin gefa maddeyên hişber de.Maddeyên hişber amureke destê dijminên kurdan e.Bi taybet dewletên Tirk, îran, Sûriye.kû pir bê deng, dixwazin civaka me pê qir bikin.
Bazirganî û bikaranîna van maddeyan li kûrdistanê,bi riya şane û sîxurên mîtê, tên kirin.Kûrdisan sînorê dewletên Tirkiye, îran, îraq û sûriye bi hev re girê didekû bazirganên herî mezin ên van maddeyan têde ne.Bi hezaran sale gelên Kurdistanê,li hemberî dagirkeriya van dewletên dagirker, di berxwedaniyekî piralî de ne.Niha jî ev madde li dijî vê berxwedanê, weke çekekê şerê taybet tê bikaranîn.Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên grêdayî wan; bi riya der exlaqî, wate bi riya “maddeyên hişber”ciwanan girêdayî xwe dike û bazirganiya xwe ser van dimeşîne,Bi navek din (dike sîxur)Maddeyên hişber di nava ciwanan de belav dike,wan dixe xefikên şaneyên xwe û di aliyê Civakî, tendirûstî, Aborî û ewlehiyê de, dixwaze civaka me felic bike. Dewleta Tirk bi vê şerê dixwaze bighêje xewna sed salan.Împratoriya Osmanî jinûve avakirin, kûrdistanê bi temamî dagir kirn û Rojhilata navîn xistina bin kontrola xwe. Ev jî dixwaze bi riya maddeyên hişber bike,Bi armanca ku;civak û taybet jî ciwanan bi pirsgerekên exlaqî û civakî re bifetisîne.
Mirovên ku tenê xwe difikirin û ji civak û berpirsyartiyê dur biafirîne.Bi vê re jî civak û welatek bê parastin bihêle,ku bikare bi çeteyên bi pere ku ji her derê kom kirye, dagir bike! Gelo ciwan çiqas ji vê rewşê agahdarin Tahlûkeya herî mezin li ser kûrdistanê, di çend xalan de;Bazirganiya maddeyên hişber,di asta serokên dewletên dagirker de bi bername û pilan tê kirin.Hedef jê ne tenê pere, lê şikandina kerameta civakê ye.Hewildanên belavkirina gendelî û fesadî di nava civakê de,bi awayek rasterast an jî ne rasterast,bi rêya sîxurên mît, îtla’at û îstixabaratan tên kirin.Dixwazin vê bikin zemîna belavkirna maddeyên hişber û fihûşê.herweiha bi van maddeyan leşkerên xwe bê hiş dikin û hakimyet ser ava dikin û wisa mecbûr dikin, kû hemî karên bê hiqûqî ne wîcdanî ji dewletê re bikin.Mînak; Daeş maddeyên ‘’kiptacûn’’ hildiberand û nav çeteyên xwe de belav dikir, dijî gelan dida şerkirin.Armancê Dewleta Tirk bi tamamî dagirkirina kûrdistanê ye,Jibo vê jî hemî hewildanan dike.Ev şera kû dijî gelê kurd û mirovatiyê jî daye destpêkirin,heger em jê şiyar nebin, wê pir encamên xetere ji kûrdistanê re bîne.Di serî de Jî, ji rê derxistin û xapandina ciwanan.ciwan dînamîka pêşketin û parastina her civakê ne.Dixwazin bi vê rêbazê ciwanan ji rê derxin,civak bê parastin bihêlin û welat dagir bikin. Ya din lewaz kirina prensîbên exlaqî ya civakê, bi pirsgerekan remijûl kirin û encam jî hilweşandina civakê ye.Jibo ‘’civak ji gef û planên dagirkeriyê bê aga bimîne’’.
Bikarberên van maddeyan dibin koleyên şeneyên belav kirina van maddeyan,Jiber yê ku bi maddeyên hişber ve were girêdan,jibo peyda kirina vê her karê pê didin kirin.Heger civaka me ji vê rewşê hayedar nebe,pêşeroja wê bi xetereyên pir mezin re rû bi rû ye.Qirkirina çandî, bê fikir û nasname hiştin û kolekirin û ajan kirina ciwanan,mîna kendalê beriya zinaran li pêşiya gelê me ye.Ji ber vê jî şoreşa çandî û zihnî li Kurdistanê û bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê, ji her demê feriztire.Erkdar û berpirsyarê şoreşa çandî, hişyarkirin û perwerdekirina civakê jî ciwanin.Şoreşgertiya ciwanan jî wê wisa were pênase kirin.