QAMIŞLO – Jinên ciwan li Qamişlo semînerek derbarê tecrîda li ser Rêber APO li dar xistin û banga bidawîkirina eşkerekirina rewşa tenduristiya Rêber APO kirin.
Li hember nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber APO li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên cuda li ketin. Yekitiya Jinên Ciwan jî ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya Rêber APO her roj di nava tevgerê de ne. Ji ber vê yekê jinên ciwan îro li Qamişlo hatin cem hev û semînerek li dar xistin.
Semîner saet 13.00’an bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Semîner di çarçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de hat organîzekirin. Semînar ji bo hemû kesên vekirî bû û li cîhe Çandinî ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin û bi zimanê kurdî hate dayîn.
Semînar bi vexwendinekê bo nîşandana filma “14 Tirmehê” bi dawî hat. Fîlm bi boneya berxwedana zindana Amedê seat 7ê êvarî tê pêşandan.