NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara Tîrmeh û Tebaxê ya Kovara Yurtsever Gençli ku wek kovareke bîrdozî û çandê ya 2 mehan li ser platformên medyaya dîjîtal weşanê xwe didomîne derket.
Di kovarê de nirxandinên Rêber Apo yên li ser kapîtalîzm û sosyalîzmê cih digirin.
Ciwan û jinên ciwan ên Apoyî li hemberî politikayên faşîzm û dagirkeriyê çawa bisekirin di beşa perspektîfa ciwan û jinên ciwan de hate destgirtin. Di perspektîfan de mijarê sereke tecrîd û îşkenceya li hemberî Rêber Apo û beramberî vî têkoşînek çawa were raber kirin hate diyar kirin. Di beşa portreyê de Şehîd Qendîl Mazlûm ku di sala 2020’an de di berxwedana Botanê de şehîd bû, hevalê xwe yê têkoşînê vedibêje. Dîsa Endamê Komîteya Rêvebir a PKK Duran Kalkan di vê hejmarê de çalakiya 30’ê Heziran ê û Berxwedana 14 Tirmehê nirxand.
Di kovarê de gelek naverokên cuda jî cîh digirin.
https://komalen-ciwan.com/category/yurtsever-genclik