Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YPJ nasnameya Şehîd Mezra Botan eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
15/07/2023 - 15:38
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ nasnameya Şehîd Mezra Botan eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Dîrok careke din di şexsê lehengên vî welatî de xwe dûbare dike. Dildar û dilsozên vê xakê bi hebûna xwe ve bi destanên ku afirandine re mohra xwe li serdemê azadiya gelan dixin. Hevrê ya me Çîçek Kiliç bi nasnav Mezra Botan di temenê xwe yê ciwan de bi armanca ji pergala qirêj ya dewleta tirk a dagirker û qirker tolê hilînê, di sala 2015’an tevlî nava refên azadiyê dibe. Hevrê Mezra di nava refên azadiyê de bû xwedî kesayeteke wêrek û di şexsê xwe de çanda gelê Botana berxwedêr îfade kir. Hevrê Mezra di nava Şoreşa Rojava de bû xwedî kesayeteke wisa ku di dil û mejiyê hemû hevrêyên xwe de cîh girt û bû ji kedkarên vê şoreşê.  Çawa ku şoreş di nava coş û kelecaneke mezin de diherike û ji nûve can dide hemû giyanên vê xakê, hevrê Mezra jî ji hevrêyên xwe re dibû heman coş û moraleke mezin.

Di dil û mejiyê wê de baweriya serkeftinê tû caran kêm nabû. Ji ber pê bawer e ku serkeftin encax bi ked û berdelan tê bidestxistin. Hevrê Mezra bi vê zanebûnê nêzî hemû peywîrên xwe yên şoreşê bû. Ji bo ku bibe parçeyeke vê şoreşê beriya her tiştî di rêgez û birdoziya rizgariya jinê de xwe kûr kir. Ev kurbûyîn jî di kesayeta hevrê Mezra de hetanî dawiyê hevrêtiyeke dilnizim ava kiribû.

Mezraya bi çanda berxwedêr a Botanê mezin bûye bê ku dengê qêrîna lehengên jêr zemînên Cizîrê ji gûhên wê derkeve û bê ku dayîka Taybet ya ku li kolanên Silopî bi rojan li erdê maye ji bîr bike têdikoşina xwe domand da ku tolgirtina wan qêrînan hilîne. Sonda lehengan mîna hevrê Mezra Botan mezine ji ber wê jî her kêliya jiyana ku dijîn jî bi qasî rûmeta wan bi wate ye.

Hevrêya Mezra ji bo ku xwe bigihîne armanca xwe piştî pratîkeke têjî şûnde berê xwe dide qada  perwerdeya Sekvantiyê. Di sala 2018’an de di hûnera Sekvantiyê de pêş dikeve û bi awayekî çalak di nava şoreşê de kar û xebat meşand. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de wexta dewleta Tirk a dagirker berê xwe da xaka pîroz,  Mezraya leheng jî çeka xwe rakir ser milên xwe û berê xwe da berê xwe da Girê Spî. Çavnebarên ku dev ji xwîn mijandina zarokên vê xakê têrnebûne bi awayekî qirêj û hovane berê xwe didin wêrankirina welatê Egîd û Gûlîsorên vê xakê.  Hevrê Mezra li hemberî dagirkeran ji bo qêrîna zarok, hawara kal û lorîkên dayîkên dil şewat bi rihekî bilind şerê dagirkeran kir. Weke hemû lehengan keça dil wêrek jî sond xwaribû ku wê çavnebar tu car lingên xwe neavêjin li ser xaka pîroz. Bi qarnasa ku avêtiye ser milên xwe ve di her kêliya jiyana xwe de bû parêzvana welatê xwe. Mezraya dil wêrek di her kêliyê de di çeperên berxwedanê de ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moral, hêz û baweriya serkeftinê. Gûlîsora Şoreşê li ser xwîna herêyên xwe sondxwar ku hetanî parçeyek xaka vî welatî dagirkirî be ew ê dev ji tekoşîna xwe bernede û ew ê di hemû wextan de bibe nobedara pêkanîna soza xwe. Piştî dîtina rastiyên dagirkeriyê şûnde hevrê Mezra hîn zêdetir bi nirxên şoreşê ve tê girêdan û çalaktir dibe.

Hevrêya me dilwêrek Mezra Botan dema ku di eniyan parastina rûmeta û nasnameya gelê xwe dikir, di dîroka 17’ê Hezîrana 2023’an de li bajarê Eyn Îsa di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de gihîşt asta şahadetê. Em di serî de malbata hevrêya xwe ye hêja a Mezra Botan û tevahî gelê xwe ye ku  ji bo gihîştandina jina azad xwedî biryardarin sersaxiyê dixwazin.

Dagirker û neyar ji bîr dikin ku ev Şoreş bi hevrêyên me yên ku şehîd dibin re hîn mezintir û bi hêztir dibe. Emê weke hevrêyên hevrê Mezra nehêlin ku ala ku me jê dewir girtiye tû caran li asîmanên welatê rojê bê xwarê. Ew ê her tim dildar û dilsozên vî welatî bi armanca tolhildanê berê xwe bidin pêkanîna xeyalên di nîvî de mane. Em ê tû caran soza ku me dayî Egîd û Gûlîsorên vê xakê ji bîr nekin. Wê soza me pêkanîna xeyalên hevrêyên me be.

Nasnameya Hevala Me Ye Şehîd Wiha Ye:

Nasnav: Mezra Botan
Nav û Paşnav: Çîçek Kiliç
Navê dayîk: Gûler
Navê bav: Sedîq
Cihê ji Dayîkbûnê: Silopî-Şirnex
Cih û Dîroka şehadete: 17.06.2023/ Eyn Îsa

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmenê êrîşa bi bombeya taktîk nukleer

Nivîsa Pêş

ROJEVA 16’Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 15’Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

ROJEVA 16'Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

Kampa Xwendekaran ya Şehîd Şahin Cûdî

Kampa Xwendekaran ya Şehîd Şahin Cûdî

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.