NAVENDA NUÇEYAN – Kampa yekemin ya xwendekaran bi navê Şehîd Şahîn Cudî a ku li berî de endamê tevgera xwendekaran bû û herî dawî li çiyayên azad şehîd keti bû roja 8’ê mehê hat destpêkirin. Kamp ji seranserê Rojava bi giştî 50 xwendekaran pêk hat. Hat diyarkirin ku cara yekemin kampekî bi vî rengî ya xwendekaran tê vekirin. Roja yekem ya kampê ji bo femkirina rewşa heyî û ji bo pilansaziya bernameya kampê bi civinek destpêkir.
Bernameya Kampê wiha ye;
- Perwerdeyên Birdozîk
- Aktiviteyên Werzîşî û Çandî
- Semîner
Li şeva yekemîn hemû xwendekar kombûn û bi çoşek mezin bi stranan û gowendan moralek derxestin.
Di nava çend rojan de xwendekaran gelek bernameyên çandî û hûnerî derxistin. Her wiha li ser Dîroka Kurdistanê, Şoreşa Rojava û di heman demê de li ser Şoreşên xwendekaran ya cihanê gelek semîner û perwerde hatin dayîn. Pirsgirêkên xwendekaran û çareseriya wê her wiha giringiya xwendinê ji bo xistina xizmeta civaka xwe pêwiste çawa be niqaş hat kirin.
Hat gotin ku heta 18’ê mehê ev kamp berdevam bike.
Ajansa me bi xwendekaran axivin ji bo xwesteka wan nas bike: