BEHDÎNAN –Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, ev daxuyanî da:
“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îradeyeke ku di dîrokê de kêm tê dîtin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û pêkanîna polîtîkaya wê ya qirkirinê ya li ser gelê me, têdikoşe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi ruhê fedayî yê Apoyî, îradeya bênavber û lehengiyeke mezin li hemberî êrîşên dagirkeran ên bi her cure bombeyên qedexe û teknîka şer têdikoşe. Gerîlayên me tu carî ji berdêldanê nereviyane. Hevrêyên me Ozgur Ronî, Armanc Cemre, Avesta Sîpan û Engîn Tolhildan ku bi vê hişmendî, hest û baweriya serketinê têkoşiyan, di êrîşa dijmin a 17’ê Tîrmeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.
Em hevrêyên xwe Ozgur, Armanc, Avesta û Engîn ên ku zarokên herî hêja yên gelê me ne, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin, malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yên welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca bilind a şehîdên xwe pêk bînin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Ozgur Ronî
Nav û paşnav: Ozgur Alpaslan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav:Kûdret – Mûzaffer
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Armanc Cemre
Nav û paşnav: Fatoş Zûgûrlî
Cihê jidayikbûnê: Duzce
Navê dê û bav: Netîce – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Avesta Sîpan
Nav û paşnav: Derya Altintaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Perîhan – Cevdet
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Engîn Tolhildan
Nav û paşnav: Huseyîn Bagci
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Fatma – Şehmûs
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê