ŞEHBA – Îro li Fafînê ya herêma Şehbayê di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya jinên ciwan de meşeke girseyî û dirêj a meşeleyan hat lidarxistin,meşê di bin pêşengtiya ciwanan û jinên ciwan de ji fafînê de dest pê kir û li qampa Berxwedan veguherî mitîngê.
Piştî deqeyek rêzgirtin hate girtin li ser navê tevgera ciwanên şoreşger heval Zelal axaftin kir,Zelal hemû şehîdên berxwedana zîndana Amedê bi bîr anîn û da zanîn ku wê bi tolhildana ciwanên Kurdistanê yên xwe bi rêxistin kirine li hemberî dagirkeriyê hêrsa wan tolhildan be.
Her wiha li ser navê tevgera ciwanan bi zimanê erebî jî axaftin hate kirin û soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber APO û şopandina xeta şehîdên 14’ê tîrmehê hate dayîn.
Di dawiyê de meş bi siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe,Şehîd namirin” bi dawî bû.