ŞEHBA – Yekitiya Jinên ciwan ên li herêma Şehba li kampê Berxwedan di bin hemleya “Mala xwe, Taxa xwe, Welatê xwe Biparêze” perwerdeya çekan organîze kirin. Di perwerdeya çekan de jinên ciwan fêrî qilêşê bûn. Her wiha li ser parastina welatê xwe û li hemberî êrîşên û polîtîkayên dijmin nîqaş hatin kirin. Perwerdeya çekan di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat li darxistin. Ev perwerdeya çekan ji ber ku dewleta Tirk a faşîst her roj êrîşî Rojava diki, hat organîzekirin. Jinên ciwan ji bo parastina xwe û bi vî parastina welatê xwe perwerdekirina çekan ji xwe re kirine armanca xwe.