QAMIŞLO – Ji ber ku sibe salvegera şoreşa Rojava Jinên ciwan yên PYD turnuvaya werzîşê di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” organîze kirin. Turnuva li seat 19:00 bi beşdariya lîstikvanên herêmên Cizîr bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre Berdevka Jinên ciwan yên PYD ya bi navê Sara axaftina vekirinê kir û ev tişt anî ziman: “Em bi dilgermî bi xêrhatina we hemûyan dikin. Tûrnûvaya îro ji bo Rêbertî ye. Ji ber felsefeya Rêber APO em weke jinên ciwan dikarin werzîşê bikin. Ji bo destkeftiyên şoreşa Rojava em deyndarê Rêber APO ne, ji ber vê yekê divê dijmin baş bizane ku em ê tehemul nekin, ev 2 sal in ji tenduristiya wî agahî nayê girtin û gefan li wî tên. Em ê her tim di nava çalakiyan de bin, heta ku Rêber APO fîzîki azad bibe.”
Paşê jinên ciwan ên tîma karateyê performansa karateyê pêk anîn. Paşê 2 tîm li hemberî hev futbol lîstin. Di heman demê de jinên ciwan şetrencê dilîstin.
Turnuvaya werzişî bi dîyarî dane aliye Saziya Malbata Şehîdan bi dawî bû. Bi dirûşmeyên mîna “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” lîstikvanên xatir xwestin.