NAVENDA NÛÇEYAN –Ozgur Ronî li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê.heval Ozgur ku ji eşîreta Milanê ye, bi berxwedan û destanên kevneşopiya eşîretê mezin bûye. heval Ozgur heta Amadeyî li navçeya Qelqeliyê dixwend û piştre di encama polîtîkayên bişaftinê yên dijmin de, neçar maye koçî Stenbolê bike. Ji bo ku tevlêkariyê li aboriya malbatê bike, di nava karên cur be cur de xebitî ye. Hevrêyê me her tim li hemberî derdora xwe û jiyanê bi hestiyar bû û di demekî kurt de fêm kir ku di karên ku dixebite de keda wî ji aliyê sîstema heyî ve tê mêtingehkirin. Li dijî jiyana koletiyê ku dijmin ferz kiriye, her tim ketiye nava lêpirsîn û lêgerînê. Hevrêyê me ku piştî demekê di nava xebatên ciwanan de bi awayekî aktîf cih digire, hingî ku îdeolojiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê nas dike, li hemberî jiyanê bûye xwedî sekneke bi zane û bi hêman.
Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, bi rengekî aktîf bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk gel û ciwan rêxistin kiriye. Wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî pêk aniye. Hevrêyê me Ozgur sala 2007’an şahidî ji gelek serhildan û çalakiyan re kiriye ku li dijî êşkence û êrîşên îmhayê yên li hemberî Rêber Apo tên kirin, pêk hatibûn. heval Ozgur jî di van çalakiyan de berpirsyariyên xwe pêk aniye. Tevlîbûna xwe ya heyî bes nedîtiye. Biryar da ku li dijî tecrîd û êşkenceya li hemberî Rêber Apo tê kirin û li dijî êrîşên qirkirin û îmhayê yên li ser Kurdistanê, têkoşîna xwe mezin bike. Sala 2009’an ji Stenbolê ket rê û tevlî nava refên gerîla bû.
Derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn qedand û bi rengekî aktîf tevlî jiyana gerîla bû. Tecrubeyên ku di pratîkê de jiyan kirî bi hevrêyên xwe re parve kir û li ser vî esasî hewl daye ku xwe û hevrêyên xwe perwerde bike. heval Ozgur demek dirêj li Zagrosan pratîkê dimeşîne û li vê qadê weke îdelojîk û rêxistinî timî xwe perwerde kiriye. Li Zagrosan di bin fermandariya fermandarên me yên nemir ên mîna Reşîd Serdar û Çîçek Kûrtalan, di gerîlatiyê de xwe pêş xistiye. Di vê pêvajoyê de gelek çalakî hatin kirin ku derbeyên giran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de di refên herî pêş de cih girt û bêyî tirs bi ser dagirkeran de çû. Bi aliyên xwe yên bi wêrek û atîk bûye xwedî pratîkek serkeftî. Di êrîşa ku dewleta Tirk a qirker sala 2011’an li qada Geliyê Tiyarê bi çekên kîmyewî pêk anî de, 36 hevrêyên me şehîd bûn. heval Ozgur bû şahiyê wê komkujiyê. Her kêliya têkoşîna xwe ji bo tolhildana şehîdên me, bi lêhêrbûnê derbas kiriye. Hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran timî zêde kiriye. Hevrêyê me diyar kir ku ji her tiştê zêdetir dilsozê jiyana gerîla ye û di her qada jiyanê de bi rengekî fedayî tevlî bûye. Di nava seknekî de bû ku bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me de. Ketiye nava wê lêgerînê ji bo ku tola hevrêyên xwe bistîne, çawa bi rengekî bi bandor li dagirkeran bixe.
Dema li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser wezîfeya xwe bû di êrîşa dagirkeran de bi giranî birîndar bûye. Piştî demekê tedawî dît, bi pêşniyara ku car din tevlî xebatên qadên pratîk bibe derbasî qada Zagrosê bû. Ji Zap heta Avaşîn û Xakurkê, li Zagrosan ku berê pratîk lê meşandiye, bûye xwediyê têkoşîneke bê hempa. Piştî birîndarbûnê tevî ku di xebatên pratîk de bi fîzîkî zehmetî dikişand, ev zehmetî ji xwe re nekir asteng. Bi baweriya ku bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serkeftinê tacîdar bike, tevlî jiyanê bûye. Piştî pratîka serkeftî ku 4 salan li qadê meşand, çû perwerdeyê û hewl da xwe di îdeolojî û felsefeya Rêber Apo de kûr bike.
heval Ozgur li Ocaxa Partiyê ya Sakîne Cansiz dewreyek perwerdeyê dît. Li vê cihê ku pirsgirêkên Partîbûnê û kadrobûnê di asta herî bilind de lê tên nîqaşkirin, xwe li hemberî rastiya Rêber Apo û şehîdan lêpirsîn kiriye û ketiye nava pêvajoya lêhêrbûnê. Hewl daye ku xwe ji paşverûtiyên sîstemê di kesayeta wî de ava kirî, rizgar bike. Bi perwerdeya navendî ya Partiyê xwe ji bo wezîfe û berpirsyariyên pêvajoyeke dijwar amade kiriye. Xwestiye bi Berxwedana Rêveberiya Xweser a bi pêşengiya Şehîd Çiyager û Şehîd Zeryanan ji me re weke mîrate maye, bibe layiqê sekna fedayî ya Apoyiyan. Hevrêyê me Ozgur ku berê di nava xebatên ciwanan de cih girt û bûye xwedî tecrubeyeke diyar, bi soza tolhildana hevrêyên xwe û dilsoziya bi bîranînên wan re, di nava xebatên YPS’ê de li gorî ruhê demê bi rengekî aktîf cihê xwe girtiye.
Bi pratîka xwe ya serkeftî pêşengî kir ku ciwanên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê û berxwedanê bibin. heval Ozgur bi dilsoziya bi Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd re maye û bi tarzek fedayî tevlî xeta şoreşgeriyê bûye. Bi îradeya Apoyî li dijî zehmetiyan pes nekir, ji pratîkên xwe yên berê ders derxist û xwe kiriye hêza çareseriyê.
heval Ozgur di serî de Zap, Avaşîn û Metîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwestiye bibe layiqê hevrêyên xwe yên ku li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a dagirker bi rêbazên dermirovî dimeşîne, bûne xwediyê têkoşîneke bê hempa. heval Ozgur hewl daye ku wezîfeyên xwe yên li hemberî hevrêyên şehîd, bêyî kêmahî pêk bîne. heval dema ku li ser wezîfeya xwe bû, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de tevlî karwanên nemiran dibe. Şehadeta hevrêyê me Ozgur ku bi jiyana xwe ya Derwêşane şopên kûr li me hişt, em pir bi bandor kirin. Di şexsê heval me Ozgur de em diyar dikin ku em ê dilsozê bîranîn û armancên şehîdên xwe bimînin û soza xwe dubare dikin ku tola wan bi serkeftinê hilînin.