NAVENDA NÛÇEYAN– Bi boneya 11’mîn salvegera Şoreşa 19 tîrmehê ku li Kobanê destpêkir û li Tevahî Rojavayê Kurdistanê belav bû, li ser vê esasê ajansa me Nûçe Ciwan bi endamên berê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîl Dogan û Rênas Hisên re hevpeyvîn kir.
Hevpeyvîna Delîl Doğan û Rênas Hisên bi vî awayî ye;
Navê min Delîl Dogan e. Di destpêkê xebatên Şoreşê de di 2011’an de dema ku him li Sûrîyê him jî li Rojavayê Kurdistanê tevgerên şereşgerî çêbûn ez tevlî kar û xebatan bûm. Li vê derê rêxistinên cur be cur xwe avakirin. Di nav wan de Rêxistina Ciwanan jî çêbû. Beriya şoreşê hebû lê niha em dibinin piştê şoreşê bi awayekî hîn xurttir xwe rexistin dike. Di destpêka şoreşa Sûrîyê de rewş bi vî rengî bû. Di tevahîya Sûrîyê de du hêz derketin. Yek girêdayê rêjîmê bû ê din jî dijî rêjîmê bûn. Di milê Kurdan da jî dû rêxistin çêbûn alîyek jê xwe dabûn Şoreşa Sûrîye yê bêhtirê xwe mûslûman bûn. Ji xwe alîyê din rêxistina me bûn.
Di vir du hêz derketin armanca hezên derveyê me tenê dixwastin ku rejimê di her alî de hilweşinin. Alîyê din jî em bûn û armanca me ya bingehîn perwerde kirina ciwanan, rêxistinkirina gel û doza gelê Kurd bû. Ev her dû hêz derketin pêş di herdû hêzan de him ji milê îdeolojî de him ji di milê rêxistinî ve cûdahî hebûn. Kî bikaribê xwe bidê pêş, kî bikaribê birçîbûyîna civakê dagrê ewê pêşeng biba. Cûdahîya navberî herdû hêzan çi bû? Ev heza ku me behs dikir bi navê tensîqîyata girêdayî ENKS bû. Ew dema ku destpêkê de daketin kolanan bi girseyî bûn. Çima? Ji ber ku ew sloganên “Rêjîm Hilweşe” digotin. Wê demê rojev hilweşandina rêjîmê bû. Bi vî rengî daketin qadan. Rêxistina me ji alîyê hejmar ve ji wan kêmtir bû lê belê ji hêla birdozîk, ji hêla rêxistinbûyîn, ji hêla armanc, xwestek, û proje ve em ji wan bihêz bûn. Bi demê re civak dît ku bi navê tensîqîyet bi çi rengî tevdigerin û dîtin Tevgera Ciwanan (navê destpêkê Komela Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bû) bi çi armancê di qada de ye. Di milê Kurdîtîyê di milê rêxistinkirina ciwanan ve hin xurttir e. Rêxistinê din dîtin ku her li berjwendîyê xwe mêze dikin. Ji ber vê jî her ku diçû hêza wan kêmtir dibû, hêza me jî her zêdetir dibû.
Di milê dewletên dagirker ve ji bo hilweşandina me gelek hewildan çêbû. Di serî de sîyaseta Dewleta Tirk û Rêjîma Baas dixwastin xwe bixin nav ciwana, hêza ciwanan vala bikin û Tevgera Ciwana têkbibin û şerê taybet li ser wan bimeşinin. Lê li beramberî wan bîrdoziya me, rêxistina me, tevgera me ewqasî hevgirtî bû, armancên me yên paqij hîşt ku em gihiştin astekî, em rêxistina xwe hîn bi hêztir bikin. Bi civînên xwe, bi konferansên xwe, bi nîqaşên berfireh, bi avakirina kadroyên di nav civakê de xebat kirina me hişt ku em bêhtir xwe ispat bikin. Her ku diçu rêxistina me bêhtir berfirehtir dibû. Lê ew di roja îro de kêm bûn. Kêm ma xilas bibin û êdî nemane, hilweşîyane. Ê ku bi serket xeta Apoyî bû.
Ji xwe despêkê xebatê şoreşê de em hejmarek gelekî kêm bûn. Di nav de hevalên ku wek pêşeng derketin hebûn. Ê ku hiştin em tekoşîn bikin ew bûn. Yek ji wan heval Lewend bû, heval Serhed bû, ê ku taybet di nav xebatê ciwanan de kar dikirin. Ev hevalan piştre li Serekanîyê gihiştin şehadetê. Ew wek sembola Tevgera Ciwanan in. Û heya roja îro jî tên nasîn. Di nav gelê Qamişlo de gelê Rojava de wekî hêza ciwanan, sembola ciwanan derketin pêş. Hemû heval li ser min gelekî bandora xwe çêkirin lê girêdanbûyîna min herî zêde bi hevalê Lewend re çêbû. Taybetmendîyên wî pir bandor li min dikir. Ev kesayet çawa bûn? Ne wêk kesayetên bêjin bi axaftin, her talimata bidin bûn. Wan pratîki dikir in. Nerînê hemû kes digirtin. Di karên xwe de me jî li wan hevalan mêze dikir û em her di xwesteka wekî wan kar kirin de bûn. Wan taybetmedîyên baş di kesayetê xwe de dabûn avakîrin û di jîyana xwe de xistibûn pratîkê ji bo vê jî ciwanên wê demê xebat dikirin li ser vê esas xwe rêxistin dikir û li ser esasê xwe kirina wek van kesayetan xwe dane avakirin.
Li ser xeta Serhed’an, Lewend’an Seydo’yan, gelek pêşengên wekî van hevalan di asta ciwantîyê de nirxekî ji me re hêştin. Ev ciwanan heya niha dikarin pêşengtîyê bikin û di kîjan qadê de bin jî dikarin rola xwe a pêşengtîyê bilezin. Ji bo vê jî em dibêjin eger em rêxistina ciwanan di Rojavayê Kurdistanê de binirxînin, pêwîste em kesayeta van hevalan jî binirxînin. Wekî Ş. Serhed, Ş. Zinar, Ş.Mazlum û ciwanê ku gihiştîn asta şehadetê pêwîste em wana jî ji bîr nekin. Wek nimûne, wek sembol em wan hevalan bibîr bînin. Bi giştî tiştê ji ciwanan tê xwestin wek roja îro çawa destpêka şoreşê hat fêmkirin pêwîste niha jî wîsa werê fêmkirin. Ev şoreş bi wan tê avakirin bi ciwanan xurt dibe û bi ciwana serdikeve. Niha jî pêwiste wîsa were fêmkirin. Me bi axaftina Rêber Apo destpêkê kir û me got “Me Bi Ciwantî Destpêkir Emê Bi Ciwantî Serbixin.” Bi rastî jî şoreşa Rojava bi ciwantî destpêkir pêwîste bi ciwantî jî serbikeve. Ji bo vê jî ciwanên vê demê pêwîste xwe li ser esasê ruhê destpêka şoreşê rêxistin bikin. Ji bo hêza xwe nasbikin û bikaribin enceq bi vê rengî serbikevin. Ger ne bi ciwantî be em sernakevin.
Navê min Rênas Hisên e ez Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger im. Dema şoreş despêdikir mînaka herî zêde bala mîrov dikşînê Ciwanên Şoreşgerin. Ji ber ku salên destpêkê ya şoreşê de bi derfetên kêm xwe rêxistinkirin û heta roja me ya îro her pêşengtî kirin. Li her derê ciwan hatin, heya astekê ciwanên ji zanîngehê jî hatin, dewerên lê şoreş rabûn bi hemû îmkanên xwe hêza xwe bi rêxistinkirina xwe ve ketin nav de. Taybet bi rêxistina ciwanan vê rolê baş list. Ji xwe em salên berê bînin bîra xwe ewqas zehmetiyan bînin bîra xwe ji ber gavekê nûye, bi rengekî nû ciwan dest bi perwerdeya zihnî dikirin. Me dest bi şoreşekî çekdarî kir in. Ji xwe ciwana bi vî merhelê destpêkir cihê xwe di hemû sazîyên Rêveberîya Xweser de girtin. Bi destpêkirina 19’ê Tirmehê bi çirûska avakirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê rastî bû şoreşa gelan. Me li kîjan qadê mêzedikir bi awayekî çalak bi awayekî rêxistinkirî bi hemû hêza xwe di sazîyên Rêveberîya Xweser de cîh girtin. Di navendên xwe dan avakirin, cihê xwe di nav rêfen YPG’de girtin. Qonaxên herî xurt û germ çalakîyên ku li hemberî Rêjîma Baas di hat avakirin cihê xwe tê de girtin. Em li wê merheleyê mêzebikin heya merheleya îro kedeke pir mezin ji milê ciwanan ve hat dayîn. Bi hemû destekên mezin yan jî sazîyên ku hatin avakirin rola ciwanan heta roja îro jî tê da heye. Ji ber bi vê kelecanê, bi heyecanê destpêkirina şoreşê, bi avakîrina gavekê ber bi qonaxekî pir mezin da avêtin. Em niha mêze dikin ciwan cihê xwe di hemû sazîyên Rêveberîya Xweser de digrin ew rola xwe pir girîng e. Ev kelecan ev heyecan ku ciwan dixwazin hîn bêhtir kar û xebat bimeşinin, dixwazin nav refên Yekînyên Parastina Gel, Hêzên Sûrîya Demokratîk de bi awayekî çalak cihê xwe tê de bigirn. Em li navenda ciwana mêze dikin sazîyên ku di nav ciwana de hatîye avakirin ew rihê ciwantî, sekna ciwantî tê xuyakirin. Ji ber vê yekê bi mîrasekî ku bi gavekê despêkê xwe dayîna avakirin bi wê hêzê ber bi rojeke îro hatin û rengê ciwana li her derê belavkirin giringe. Bi şoreşgerîya xwe, bi walatparêzîya xwe, bi fedakarîya xwe, bi avakirina xwe, bi rêxistinkirina xwe, bi hêza xwe, bi hemû awayê sazîya Ciwanên Şoreşger hatin avakirin. Ev mînakekî her xurt di nav civakê de bû. Di 19’ê Tîrmehê heya roja îro avakirina şoreşa Bakur û Rojilatê Sûrî heta kêlîya îro ciwan bi hemû rengê xwe cihê xwe di vê şoreşê de girt.
Ji xwe di her milê de ji bo xurtkirina şoreşa xwe, berdewamiya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê rol û berpirsiyariya herî giring dikeve li ser milê ciwanan. Pêwîste her ciwanek xwedî kesayetek xurt xwe bi rêxistin bike. Hêz bide derdora xwe, hemû cîhê ku pêwîste tê de cîh bigre û wan ciha xurt bike. Ciwan carekî din bi wê rihê fedekar, bi ruhê berxwedanê ya ku mînaka Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpêkirin, xwe rêxistin bikin û li hemû qadên cenga azadîyê de cihê xwe bigrin. Ji ber ku ciwan ewin ku meşeleya şoreşa hemû serkeftina ne. Ji ber vê yekê pêwiste her ciwanek bi rihê şoreşê xwe xurt bike. Cihê xwe di nav şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûrî de bigrê. Bi rhuê ciwantîya xwe azadîya Kurdistanê serbixe. Ev dikeve li ser milê her ciwanekî. Ji ber vê yekê pêwîstîya her ciwanekî bi ruhê ciwantîya xwe carekî din hîn xurttir bibe. Hîn bi rêxistinkirî Şoreşa Rojava xurttir bike. Cihê xwe di hemû qadên pêwîst de, taybet di nav sazîyên leşkerî de, di nav refên YPG’de bigrin. Da ku ev şoreş bigihije serkeftinekê herî mezin bi destê Ciwana Şoreşger yê ku mînaka Şoreşa Rojvayê Kurdistanê bûn.