BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 3 gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, ev daxuyanî da:
“Li dijî artêşa Tirk a dagirker, di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkoşîna me ya li seranserê Kurdistanê bêyî sekin berdewam e. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, êrîşên dijmin ên bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, bi berxwedana xwe ya di xeta fedaîtiyê de şikandiye û gelek bedêlan dide û di berxwedana xwe de israr dike û dikevin hewila bicihanîna soza tacîdarkirina têkoşîna bi rûmet a gel bi serkeftinê. Di vê têkoşîna me ya destanî ya bi qehremaniyên mezin de, Avesta Têkoşîn, meha Hezîranê ya sala 2023’yan, hevrêyên me Bawer Arîn û Zinar Serêçiya jî meha Tîrmehê ya sala 2023’yan bûn şehîd.
Di serî de malbatên hevrêyên me Avesta, Bawer û Zinar ku pir girêdayê hevrêtiyê bûn û bêyî tirs têkoşiyan û bûn şehîd, bila serê hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê sax be.
Agahiyên li ser nasnameya hevreyên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Avesta Têkoşîn
Nav û paşnav: Mîzgîn Aşkara
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dê û bav: Emîne – Beşîr
Cih û dîroka şehadetê: Hezîrana 2023’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Bawer Arîn
Nav û paşnav: Mesût Demîrkan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Perû- Sadik
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeha 2023’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Zinar Serêçiya
Nav û paşnav: Mihemed Abdulxanî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê dê û bav: Hena-Abdulxanî
Cih û dîroka şehadetê: Tîrmeha 2023’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
AVESTA TÊKOŞÎN
Hevrêya me Avesta ji malbateke ji eşîra Dudêrî ya welatparêz a Botanê ye. Li Sêrtê çêbûye. Hevrêya me Avesta ku bi çanda bi bingeh a eşîra xwe û exlaqê xurt ê malbatê xwe mezin bûye, ji ber yeke gihaştî bûye malbatê û der û dorê hez jê kiriye. Ji ber ku li Botanê jiyaye, ji nêz ve zextên dijmin hîs kiriye û di heman demê de bûye şahida têkoşîna destanî ya gerîlayên azadiyê ku li dijî zext û qetlîamên dijmin li serê çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin. Wek jineke ciwan zû hay jê çêbûye ku gelê me di bin dagirkeriyê de rû bi rûyê xeteriya qirkirinê ye. Hevrêya me Avesta jî wek bi hezaran ciwan û jinên Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger û pêkanînên wê yên derexlaqî yên li Kurdistanê pir bi bertek bûye. Berdewambûna nêzîkahiyên wiha yên dagirker ên li dijî jinan û piştgiriya dewletê, ji bo hevrêya me Avestayê bûye egera têkoşînê. Ji wê boneyê hevrê Avesta biryar da ku li dijî vî dijminê qirker tev li têkoşînê bibe. Li ser vî asasî, ketiye nav hin saziyên civakî yên sivîl ku li dijî tundî û neheqiya li jinan dibe têdikoşîn. Bi pişt re tev li xebatên tevgera jinên azad û ciwanên şoreşger bûye û roj bi roj têkoşîna xwe geş kiriye. Ji ber ku ji eşîra jê ye gelek kes gihîştine gerîla û hin jê bûne şehîd, hevrê Avesta jê pir bi bandor bûye û kiriye ku awayê xwe yê têkoşînê diyar bike. Hevrêya me Avesta ku sala 2014’an hatiye asta dayîna biryarê, berê xwe daye çiyayên Xerzan û gihîştiye gerîla. Pêşîn li Xerzan perwerde bûye. Di şertên li Bakurê Kurdistanê de perwerdehiya şervanên nû dîtiye, ji hevrêyên xwe bûye xwedana tecrûbeyên bi salan. Hevrêya me Avesta bi perwerdehiyên leşkerî û îdeolojîk bûye şareza û bi awayekê pir baş tev li xebatên pratîkî bûye. Hevrêya me Avesta rêgez û pîvanên Apoyî di ser her tiştî re dîtine û bi sekin û jiyana xwe ya xas bûye gerîlayeke mînak a YJA Star’ê. Hevrê Avesta piştî pratîka xwe bi sal û nîvekê ya li Xerzan ber bi dawiya sala 2015’an çûye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêya me ya jin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê cara pêşîn li herêma Heftanînê tev li xebatan bûye. Dewleta Tirk a dagirker ku ji 24’ê Tîrmeha sala 2015’an pê ve li dijî Tevgera me û gelê me dest bi êrîşan kiriye, bi awayekê çalak tev li çalakiyan bûye. Dijmin ku ji bo rakirina ji holê ya Tevgera me êrîşên xwe yekcar zêde kirine, hevrêya me Avesta piştî pratîka xwe ya serkeftî ya bi du salan a li Heftanînê, ji bo bibe gerîlayeke profesyonel akademiyên leşkerî jî di nav de xwe di warê çekên giran de perwerde kiriye. Ji xeynê perwerdehiya têknîkî ya leşkerî di warê îdeolojîk de li ser felsefeya Rêbertiyê pir sekiniye. Roj bi roj hêrsa wê ya li ber tecrîda li ser Rêbertiyê zêde bûye û ji bo bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me, îcar berê xwe daye Xakurkê ku cihê Şehîd Bêrîtanê ye. Hevrêya me Avesta ku li Xakurkê jî bi tevlêbûna xwe ya bi pêşengî bûye mîlîtaneke mînak a YJA Star’ê, derbe li ser derbeyê li xeyalên dijminê dagirker xistine. Hevrêya me li dijî êrîşên li ser Metîna, Zap û Avaşînê yên bi armanca jiholêrakirinê, ji Xakurkê derbasê Metînayê bûye û li vir ketiye nav tîmên bi tevger ên gerîla û bersiv daye êrîşên dijmin. Di serî de Girê Hekariyê, hevrêya me Avesta li gelek qadên Metînayê pêşengtî ji berxwedanê re kiriye. Hevrêyeke xwerû bû, di tevlêbûnê de bêyî teredud bû û bi serkeftinê gelek bawer bû. Wek mîlîtaneke YJA Star’ê ya pêşeng cihê xwe di nav têkoşîna me ya azadiyê de girt.
BAWER ARÎN
Hevrêyê me Bawer, ji malbateke ji eşîra Giravî ye. Eşîreke welatparêz û bi bingeh a Kurdistanê ye, gelek qehreman ji nav derketine û tev li têkoşîna azadiya gelê me bûne. Ji ber eşîra ku endamê wê ye û li Wanê ku bajarekê welatparêz e, jiyaye, partiya me PKK di zarokatiya xwe de nas kiriye. Di ciwaniya xwe de, hem di dibistanên pergalê de hem jî bi behremendiya xwe ya di çalakiyên sportîf de yekê li pêş bûye. Hevrêyê me Bawer baş zaniye ku ji bo bibe xwe û gelê me azad bibe, divê li dijî mêtingerî û qirkirinê têbikoşe û bi derfetên xwe ketiye rêya têkoşînê, dev ji dibistanên pergala qirker berda. Demekê ji bo debara malbata xwe şivantî kiriye û di karên din kirine. Hevrê Bawer ku ciwanekê Kurd ê bi rûmet e ji ber êşkenceya dewleta Tirk a mêtinger li Rêbertiya me, gerîla ku bêyî tu tirs di dil de hebe bedêl ji bo gelê xwe dide û dijmin her roj êrîşê gelê me dike, digihîje refên têkoşînê. Li ser vî asasî, pêşîn tev li xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger dibe. Hevrêyê me li Wanê û Amedê xebatên ciwanan bi rê ve dibe, dibê xwedanê pratîkeke bi serkeftin.
Hevrê Bawer, li dijî polîtîkayên bi bêexlaqî yên dewleta Tirk a qirker ku ji bo ciwanên Kurd ji têkoşîna azadiyê bike û ji bo li civakê bike bar, bi sebir û fedakariyeke zêde têkoşiyaye û kiriye ku ciwanên Kurd bibin hişmend tev li refên têkoşînê bibin. Hevrêyê me Bawer ku bi teorî û pratîka xwe şoreşgerekê hevgirtî bû, zanî ku rewşa heyî ya têkoşînê têrê pêdiviyên serdemê nake û sala 2015’an gihîşt PKK’ê, sala 2016’an çû serê çiyayên Kurdistanê, gihîşt gerîla.
Hevrêyê me Bawer ku perwedeya xwe ya ewil a gerîlatiyê li Metînayê dît, di demek kin de fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Bi saya beşdarbûna xwe ya bêdudilî û tecrûbeyên xwe yên rêxistinî yên berê ku ji xwe re kir esas, perwedeya xwe bi awayekî serkeftî qedand. Hevrêyê me ku di pêvajoya perwerdeyê de di aliyê îdeolojî û leşkerî de fêrî gelek tiştan bû, bermahiyên pergalê di kesayeta xwe de dît û li ser bingeha felsefeya Apoyî derbas kir. Ji ber vê yekê bi jiyan, tevlêbûn û dilsoziya xwe ya di hevrêtiyê de hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me ku nêzî du salan li qada Metînayê têkoşiya, hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran bi tevlêbûna gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin ên li vir, nîşan da. Hevrêyê me ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya gerîlatiyê xwest di çarçoveya ji nû ve avakirina gerîla de xwe dîsa xwe perwerde bike, di wê baweriyê de bû ku bi perwedeyên ku bibîne, wê karibe li hemberî dijmin di aliyê îdeolojîk û taktîkî de têkoşîneke baştir bimeşîne. Bi vê armancê fêrî bikaranîna gelek çekan bû ku di serdema nû ya têkoşîna gerîla de gelek caran tê bikaranîn û di nava hêzên dijmin de dibe sedema tirseke mezin. Hevrêyê me Bawer ê ku her ku hakîmiyeta wî ya li ser çekan zêde dibe, lêgerînên wî yên ku bi taktîkên dewlemedtir dijmin bixin, zêdetir dibe, bi bêsebiriyeke mezin li benda wê demê bû ku biçe pratîkê. Hevrêyê me ku di heman demê de derfet dît xwe di aliyê îdeolojîk de kûr bike, bi coş û moral tev li têkoşînê bû. Hevrêyê me Bawer ê ku piştî pêvajoya perwedeyê ji bo xebatên cuda li qadên cuda xebat meşand, ji bo bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, derbasî herêma Metînayê bû. Hevrêyê me ku li vir di nava tîmên gerok de cih girt, li vî qadê ku berê lê pratîk kiribû, weke gerîlayekî pispor pêşengiyê kir. Hevrêyê me ku li gelek qadên ku dijmin xwest dagir bike, beşdarî gelek çalakiyan bû, bi serkeftina xwe ya di van çalakiyan de rehetî neda dijmin û careke din nîşan da ku gerîlayên Kurdistanê wê destûrê nede dagirkeriyê.
Hevrê Bawer ku her kêliya xwe fedayî têkoşînê kir, ji bo bibe bersiva hemû hevrêyên me yên ku di tunelên şer de li berxwe didin û ji bo tola hevrêyên xwe yên di êrîşên dijmin de bi taybet li Metîna, Zap û Avaşînê şehîd bûne hilîne, şerekî bênavber meşand. Hevrêyê me Bawer ê bi lehengiya xwe ya di şer de, bi hakimîyeta xwe li taktîkên gerîla û dilnizmîya xwe ya di jiyanê de bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî, di êrîşa dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe ya şoreşê di asta herî bilind de bi serkeftî dawî kir.
ZINAR SERÊÇIYA
Hevrêyê me Zinar li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbat û derdora hevrêyê me ji ber ku welatparêz û sempatiya wan ji partiya me PKK’ê re hebû, di temenekî biçûk de partiya me nas kir. Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re gelek xizmên wî tev li nava refên şoreşê bûn û şehadetên di şerê li dijî çeteyan de hevrêyê me Zinar pir bandor kir. Dîsa ji ber ku malbata hevrêyê me welatparêz bû û gelek milîtanên Apoyî diçûn mala wan, hevrêyê me Zinar felsefeya Apoyî di şexsê van milîtanên Apoyî de dît û ev yek bandor li wî kir. Hevrêyê me Zinar ê ku dixwest bibe milîtanekî Apoyî, hizirî ku divê tev li nava refên şoreşê bibe û li ser vê bingehê di sala 2015’an de tev li nava Hêzên Azadiya Rojava bû. Hevrêyê me ku nêzî salekê li herêma Rojava xebat meşand, her tim xeyala çiyayên Kurdistanê kir. Hevrêyê me ku di wê baweriyê de bû ku felsefeya Apoyî li çiyayên Kurdistanê bi awayekî herî xurt heye, bi îrade û biryardariyeke mezin xwest biçe çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Zinar ê ku li pey armanca xwe bû û teqez bi ser dixist, ev daxwaza xwe jî bi cih anî û di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Zinar ku destpêkê ji ber hemû jiyana xwe li bajêr derbaskiribû zehmetî kişand, bi kelecan û xwesteka hînbûnê, bi berdewamî pirsên derbarê jiyana çiya û gerîla ji hevrêyên xwe kir, bi bersivên ku girt, roj bi roj xwe pêş xist û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Zinar ku bawer dikir bi kûrbûna di felsefeya Apoyî de û di xwe de afirandina kesayetekî Apoyî bandor li serketina meşa şoreşê bike, her kêliyê xwe perwerdekirinê ji xwe re kir esas. Di wê baweriyê de bû ku tenê bi vî awayî dikare ji bandora pergala kapîtalîst xilas bibe. Dîsa têgihişt ku bi mînakgirtina ji jiyan û kesayeta şehîdên me yên ku afirînerên jiyana pîroz a PKK’ê û îlhama azadiya gelê me ne, dikare bibe Apoyîyekî rast. Hevrêyê me Zinar ku li ser vê bingehê hemû hêza xwe da partîbûyînê, bi kesayeta xwe ya sade, gihîştîbûna Apoyî û serkeftinên xwe yên di xebatan de, hezkirina hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me ku her tim xwe deyndarê hevrêyên xwe yên şehîd dibîne û dizane ku vê deynê bi serxistina armancên şehîdan dikare bide, di wê zanebûnê de ye ku ev yek bi kûrbûna di şerê azadiyê ya li dijî dewleta Tirk a qirker de pêkan dibe. Hevrêyê me Zinar ku li ser vê bingehê xwest xwe di qada leşkerî de pêş bixe û bibe Gerîlayê Modernîteya Demokratîk, di branşa sabotajê de bû pispor. Bi taybet xwest di her wateyê de ji bo şikandina zext û tecrîda giran a 25 sal in li ser Rêberê me tê meşandin, tev li pêvajoya şerê diwar bibe, bi helwesta xwe ya di vê mijarê de ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê.
Hevrêyê me Zinar ê ku xwest bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê û têkoşîna hevrêyên xwe yên di tunelên berxwedanê li berxwe didin mezin bike, di nava tîmên bi tevger ên gerîla de derbasî qadên berxwedanê bû. Hevrêyê me ku li gelek qadên ku dijmin lê cih bûye, tev li gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, di her derbeya ku li dijmin dixist de zêdetir dihesiya ku nêzî hevrêyên xwe yên şehîd û Rêberê me dibe. Ji ber vê yekê roj bi roj xwe zêdetir bi pêş xist, bi şêwaz û taktîkên dewlemend li dijmin xist. Hevrêyê me Zinar ê ku bi çalakiyên xwe welê kir ku dijmin nikaribe xwe ji cihê xwe bileqîne, bû yek ji fermandarên ciwan ên şerê me yê azadiyê yê li dijî dijmin. Em ê bîranînên hevrêyê xwe Zinar ê ku di êrîşa dijmin de şehîd bû, di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.”