DERA ZORÊ – Jinên ciwan ên li Dera Zorê hatin cem hev û belavkirina broşur û pirtûkan pêk anîn. Ji destpêka ragihandinê kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de Jinên ciwan di li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava gelek çalakiyên cuda li dar dixin.Armanca sereke ya kampanyayê belavkirina fikrên Rêber APO ye. Ji ber vê yekê jinên ciwan ên Dêra Zorê biryara belavkirina pirtûkên Rêbertiyê dan. Pirtûkên din ên îdolojîk jî hatin belavkirin, wek mînak pirtûkên e Şehîd Rustem Cûdî. Xelkê Dera Zorê kitaban birin û spasî jina ciwan kirin.