REQA – Îro li Bajarê Reqayê li Navenda Çand û Hûnerê Rêxistinên Ciwanan yê Herêmên Rizgarkirî derbarê Şoreşa 19 Tîrmehê û Rola Ciwanan di Şoreşê de, di çarçoveya pêngava “Cenga Azadîyê Serbixin” de Komxebatek li darxistin.
Ciwanên ji Reqa, Derazor, Tebqa û Minbic Beşdarî Komxebatê bûn.
Di Komxebatê de Ciwanan balkişandin Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û Rola Ciwanan ji bo Azad kirina Rêber Apo a fîzîkî.
Komxebat piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo Pekrewanên Azadîyê ji aliyê cîgirê Partîya Sûrîyê Pêşeroj Cahîd Hesen axaftina Vekirinê destpêkir.
Cahîd Hesen balkişand ser Rola Ciwanan di Şoreşê de û wîha got: Em salvegera 11’min ya Şoreşa 19 Tîrmehê li Rêber Apo Malbatên Şehîdan û Gelên me yê Welat Parêz Pîroz dikin. Şoreşa 19 Tîrmehê cûda bûyîna xwe ji Şoreşên ku li herêmên pêkhatî hebû. Cûda bûyîna wê ku gel xwe bi xwe sazîyên xwe vekirin û sîstema Rêveberîyên xweser avakirin bê guman di Şoreşa 19 Tîrmehê de roleke ber çav ya Ciwanan hebû îro jî di hemû sazîyan de yê ku pêşengtîyê dikin Ciwanin.
Komxebat bi nîqaşên Beşdarvanan li ser Rol û mîsyona Ciwanan di şoreşê de berfirehî hat nîqaş kirin.
Komxebat bi encamnameyekî bi dawî bû.
Ji bo Azadikirina Rêber Apo a Fîzîkî asta Tekoşînê werê bilindikirin
Perwerde kirina li ser hîşmendîya Şerê Gelê Şoreşgerî
Parastina destkeftîyên Şoreşê li dijî hemû êrîşan
Xebatên Parastina Cewherî werin Pêşxistin
Komxebat bi sloganên ‘’ Be Serok Jîyan Nabê ‘’ bi dawî bû.