ŞEHBA – Îro ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn û Şehba, di çerçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de, bi dûrûşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” komxebatekî hat li derxistin. Bi dehan jinên ciwanên Şehbayê tevlî vê komxebatê bûn.
Despêkirina komxebatê de nirxandinên Rêber APO ya girêdayî komplo ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Zeyneb Xilo ve hat xwendin.
Piştî xwendina nirxandinên Rêber APO girêdayî tecrîd ji aliyê jinên ciwan ve hat nirxandin. Ji aliyê jinên ciwan ve hat diyar kirin ku heta azadiya fîzîki ya Rêber APO neyê bi destxistin kesek nikare azad bibe.
Her wiha jinekî ciwan ya bi navê Berîtan, di komxebatê da li dijî tecrîdê li ser Rêber APO soza xwe ya kadrobûyîna di nav refên azadiyê da. Jina ciwan a bi navê Bêrîtan diyar kir ku pêwiste her jinek ciwan li hember tecrîdê û êrîşên dagirkeriyê seknekî radîkal raber bike û tevlê refên azadiyê bibe.
Piştî nirxadinên komxebatê; jinên ciwan siloganên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” “Bê Serok Jiyan Nabê” hat avetin. Û ji aliyê jinên ciwan ve soza bilindkirina tekoşînê hat dayîn.