NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li gelek bajaran çalakî li dar xistin. Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr têkildarî çalakiyên li 3 bajaran ev agahî parve kir:
- “30’ê Tîrmehê TIR’eke faşîstên MHP’î ya li ser rêya Edene-Ceyhanê, ku alavên tekstîlê tê de bûn û parkkirî bû, ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
- 31’ê Tîrmehê li Sakarya-Kaynarcayê, febrîqeyeke nivînan a faşîst Ahmet Şîmşek ê AKP’yî bi teqemeniyan hate şewitandin.
- 1’ê Tebaxê li navçeya Înegol a Bûrsayê, 3 febrîqeyên tekstîlê yên piştevaniyê li aboriya dewleta Tirk a faşîst dikirin, ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin û bi milyaran dolarî zerar li wan hate kirin. Şewata li Bûrsayê cihekî berfireh di medya Tirk de girt û bi saetan dewleta Tirk nekarî şewatê vemirîne.”
Dewleta Tirk a faşîst êşkence û tecrîda ku 24 sal in li Îmraliyê dike aniye asta herî jor. Ji Rêber APO yê ku weke vîna bi milyonan, pêşengiya têkoşîna PKK’ê û li Rojhilata Navîn hevsengiyan ava dike, ti nûçe nîne. Tecrîd û îşkenceya li ser Rêbertiya me hatiye kirin ji bo me xeta me ya sor û sedema şer e. Weke ciwanên Kurd em vê tecrîdê qebûl nakin û diyar dikin ku her cure çalakiya li metropolan rewa ye, çawa ku di dema komploya 15’ê Sibatê de bi milyonan li berxwe dan û ji bo Rêber Apo serî hildan. Dema ku rêhevalên me di zindanan de di bin zilmê de ne, divê em rehet razên, hêzên dijmin û faşîst li mal, qereqol û li her derê rehet nebin. Hemû hebûnên dijmin û yên ku xizmeta wî dikin xala me ye. Divê hemû yekîne her kêliyê balê bikişîne ser lêdana dijmin a li her qadê ku lê lê ne û heta dîwarên Îmraliyê bişkînin bê rawestan şer bikin.”