NAVENDA NUÇEYAN – Hêzên PDK’ê 2’ê Tebaxê hêzeke xwe ya mezin destpêkê şand navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û ji wir jî ber bi qadên gerîla ve şand.
Ji dîmenan hate dîtin ku hêzên PDK’ê li çiyê bi kepçeyan rêyên nû çêdike û ji cihê ku bendava Zapê lê ye ber bi bi qadên gerîla ve diçe. Li gorî agahiyan, PDK bi taybetî hewl dide li Geliyê Reşawa, Gera Çelka û Mêrgê bi cih bibe û nuqteyên nû ava bike. Hate ragihandin ku ev liv û tevgera hêzên PDK’ê ya ber bi qadên gerîla ve ji bo temamkirina wê dorpêçê ye ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze li Zapê pêk bîne.
Piştgiriya zêde ya PDK’ê ku van salên dawî dide êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di nava Kurdan de dibe sedema nerazîbûnên zêde.