BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 3’ê Tebaxê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çeperên dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê ket. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
- 3’ê Tebaxê saet di 09:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran a ji çeka bombeavêj hate xistin. Di encamê de çeka bombeavêj hate îmhakirin û derb li çeperekê jî hate xistin.
- 3’ê Tebaxê saet di 12:25’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kete nava liv û tevgerê bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 3’ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperên dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê ket.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 3’ê Tebaxê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
- Çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ya Zapê bi teqemeniyan hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Avaşîn û Metîna bi topan hatin bombekirin.”