HELEB – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê meşek di bin silogana “kes nikare roja me tarî bike” li dar xist. Meş ji Kabu Yasîn veguherî mêtîngê û bi daxuayniyekê hat bidawîkirin.
Rêber Apo ku li Zindana Îmraliyê tê girtin, di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran hevdîtina parêzeran hate kirin. Hevdîtina herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hatibû kirin û îro 4 sal di ser re derbas bûn. Di 25’ê Adara 2021’ê de axaftina bi telefonê ya bi birayê wî re ji ber sedemeke nediyar ji nişka ve qut bû û ji hingî ve ti agahî jê nayê wergirtin. Hemû hewldanên dadgerî, îdarî û hewldanên din ên ji hingî ve têne kirin, bi destê dewletê bêencam hatin hiştin.
‘SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA KU MÎNAKA WÊ NÎNE’
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî biryara tedbîrê ya bi rengê ‘Divê bêyî astengkirinê tavilê parêzer karibin hevdîtinê bikin’ wergirt û di 6’ê Îlona 2022’an û 19’ê Çileya 2023’an de ji hikumetê re hate ragihandin. Lê belê dewletê û saziyên pêwendîdar bi ti awayî li gorî vê biryarê tevnegeriyan. Birêz Ocalan di nava sîstemeke welê ya êşkenceyê de tê hiştin ku di dîroka hiqûqa Ewropa û Tirkiyeyê de mînakeke xwe nîne.
Ji Birêz Veysî Aktaş, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Omer Hayrî Konar jî agahî nayê wergirtin ku li gel Rêber Apo ne. Tecrîda mutleq a li ser Rêbertî û muwekîlên me yên din tê ferzkirin, ji aliyê hiqûqî û civakî ve bingeheke xwe ya rewa nîne. Eşkere ye ku nêzîkatiya heyî ji ber feraseta dewletê ya înkarkirina di meseleya Kurd de ye. Dewletê piştî hilbijartinê ji Kosovayê heta bi Ûkraynayê, ji meseleya Ermenistan-Azerbaycanê heta bi Sûdanê têkildarî rageşî û şerê li çar aliyên cîhanê bi rêbazên lihevkirin û diyalogê bang û hewldanên ji bo agirbest û aştiyê dike, lê belê di meseleya Kurd de bi polîtîkayeke berevajî vê yekê tevdigere. Ev nakokî û cihêkariya dewletê sedema bingehîn a neçareserkirin û krîzan hemûyan e.
Divê raya giştî zanibe ku heta ev rastiya şênber a dewletê neyê dîtin, neyê bihîstin û helwest li hember neyê nîşandan, guhertin nabe.