ŞEHBA-Di çarçoveya Pêngava Cenga Azadiyê Serbixin de ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên Şehbayê li dijî hemû cûre şerê taybet,hewildanên pişaftina çandî û pilanên dijmin xwe perwerde dikin.
Li herêma Şehbayê di bin pêşengtiya Ciwanên PYD’ê Efrîn û Şehbayê de ,dewreyeke girtî ya perwerdeya Îdeoyolojîk bi beşdarbûna 20 endaman tevlî akadamîya Şehîd Navdar Serhed dewreya şehîd Ozgûr Ronî bû.
Ev dewre li ser bingeha pêşxistina îdyolojîk,naskirina felsefeya Rêber APO,naskirina rastiya jin û jiyanê û naskirina azadiyê li gel ciwanan berdewam dike,da ku ciwan xwe di aliyê zanîna azadî ,îdeoyolojî û hayjêbûna pilanên dijmin ên dijmin dixwaze li ser wan bide meşandin de zêdetir pispor bikin û bi wê rihî tevlî nava xebata rêxistinî bibin,her wiha da ku li hemberî polîtîkayên dijmin ên li ser civakê pêk tên bibin sînor û bersiv ev perwerde ji xwe re bingeh girtine,li aliyê din ciwanên ku beşdarî vê dewreyê bûne bi îsrara xwe ya girêdanbûna bi xeta azadî û serkeftinê ku ew ê li hemberî hemû cûre êrîş û pişaftinan bibin bersiv ev perwerde ji xwe re bingeh girtine.
Jina Ciwan ya bi navê Sîdra Reşît armanca Tevlî bûyîna xwe ji perwerdêre ji ajansa me Nûçe Ciwan re nirxand: wekî tê zanîn Şerê Taybet bi dijwarî bi ser Ciwanan ve tê ji bo li dijî derketina van êrîşan Ciwanên PYD pêşengtî kirin ji bo Zanekirina Ciwanan, ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo de perwerdeyek hat li lidarxistin. dijmin Şerê Taybet li dixwazê di nav Ciwanan de bike ji bo belav bûyîn di nav Ciwanan de derê ji ber kû dijmin dizanê ê bingeh di nav Civakê de Ciwanin û her hedef Ciwan digrin ji ber vê yekê jî Ciwanên PYD Pêşengtî kirin xwestin Ciwanan perwerde bikin ji bo xwe ji Şerê Taybet biparezin, pisrgirêkên di nav civakê de heye çareser bikin û di nav Civakêde bibin bersiv û fikir û felsefeya Rêber Apo di nav Civakê de belav bikin.