RANYA – Endamên Jinên Gencî Têkoşer û Gencanî Welatparêz îro di çarçoveya Pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de li kolanên Ranya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û gefên jiyanê yên li ser Rêber APO çalakî li dar xistin. Ciwanên ku mal bi mal li kolanên Ranya dimeşin, têkildarî rewşa dawî ya Rêber APO belavok li gel belav kirin. Çalakî ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Endamên Jinên Gencî Têkoşer û Gencanî Welatparêz diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî wê bidomin. Ciwanan gotin, “Me ciwan û jinên ciwan dest bi agahdarkirina gelê Ranya li ser rewşa Rêbertî kir. Û heta em rewşa dawî ya Rêbertî hemû malan agahdar bikin em ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO em amade ne her tiştî bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û di şerê azadiyê de bi ser bikevin.”