BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate gotin:
“Li herêma Metîna û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin. Li Metînayê tîmên me yên gerok bi cesaretekî mezin û ruhê fedaî çûn ser dijmin. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyên hêzên me yên YJA Starê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de; 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û çeperên dijmin hatin derbkirin.
Di van çalakiyan de 13 dagirker hatine cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûn. Agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wisa ye:
Herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê;
- 11’ê Tebaxê saet 06:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.
- 11’ê Tebaxê saet 08:30 û 09:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.
- 11’ê Tebaxê saet 11:40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
- 11’ê Tebaxê saet 12:00’an de li Qada Berxwedana Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
- 11’ê Tebaxê saet 14:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
- 11’ê Tebaxê saet 15:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên otomatîk ên navîn li dagirkeran hate xistin.
- 11’ê Tebaxê saet 16:00 û 16:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
- 11’ê Tebaxê saet 21:20-23:15’an hêzên me yên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî mudaxeleyî helîkopteran kirin.
- 12’ê Tebaxê saet 00:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.
- 12’ê Tebaxê saet 02:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
- 12’ê Tebaxê saet 03:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
- Ev çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê hatine kirin. Ev çalakî ji bo silavkirina Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hatiye kirin.
Herêma Metînayê:
- 10’ê Tebaxê saet 15:30’an li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li dijî dagirkeran bi taktîka vedizînê, ji du milan ve çalakî hate kirin. Milê yekemîn ên çalakiyê ji nêz ve li dagirkeran dan. Li vir 8 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker birîndar bûn. Milê duyemîn ê çalakiyê bi çekên otomatîk ên navîn û bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji bo silavkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hatine kirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- Di 11 û 12’ê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metînayê 2 caran, qadên gundê Dêrêşê û Deşta Kafyayê
- Di 10’ê Tebaxê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 12 caran bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.
- Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatine bombekirin.”