BEHDÎNAN – HPG-BÎM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên YJA Starê li herêma Berxwedana Girê Cûdî li dijî dagirkeran rêze çalakî li dar xistin.
HPG’ê BÎM’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:
“Herêma Şehîd Delîl Bacı Zapê;
— 12’ê Tebaxê saet 06:45, 09:00’an û 13’ê Tebaxê saet 00:20’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dagirker bi çekên giran 3 derbe û 2 çeper hatin xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
— 12’ê Tebaxê saet 07:00 û 07:30’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dagirker bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
— 12’ê Tebaxê saet 08:00 û 18:15’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi çekên navîn derb li dagirkeran hatiye xistin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
— 12’ê Tebaxê saet 10:50’î li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî 1 sîstema kameraya mobesse bi taktîkeke sûîqestê hatiye rûxandin.
— Roja 12’ê Tebaxê saet 12:50 û 18:10’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya dagirker bi çekên giran hatiye lêdan û çeperek hatiye xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
— Di 12’ê Tebaxê saet 23:20’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî li dijî dagirkeran bi taktîkeke sûîqestê êrîşek hatiye lidarxistin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
— 13’ê Tebaxê saet di 02:20’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî li dijî dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk derbên giran li 2 mewziyan hatiye xistin.
— 13’ê Tebaxê saet 03:30’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi çekên giran êrîş li dagirkeran hatiye kirin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Herêmên Zap û Şehîd Delîl Bacı Zapê bi topan hatin bombekirin.”