QENDÎL – Gerîlayên HPG’ê ku di 6’ê Tebaxa 2023’yan de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn, bi merasîmeke girseyî li Qendîlê hatin veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê li Şehîdlîkê Mehmet Karasûngûr a Qendîlê dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Sultan Yildizatan axivî û got, “Em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd û di serî de ji malbatên her du şehîdan re dixwazin.”
Yildizatan got, “Gelê Kurd di bin êrîşeke mezin de ye. Li goristanên me ji her miletî şehîd hene. Ev jî serkeftina felsefeya Rêber Ocalan nîşanî me dide. Weke malbatên şehîdan em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin. Serkeftin wê ya gerîla be.”
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Xalid Muhamed, sersaxî ji Rêber APO û hemû malbatên şehîdan re xwest û got, “Ji ber ku em welatparêz in, dijmin êrîşî me dike. Ez ji hemû gelê Kurd û malbata hêja re sersaxiyê dixwazim.”
Piştî axaftinan cenazeyên gerîlayan HPG’ê Rêzan Botan (Rêzan Gungen) û Bawer Botan (Bekîr Kina) bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ oxir kirin.