ŞEHBA – Meş îşev demjimêra 7 hedade Musa destpekir heta qampa Serdem berdewam kir. Meş li qampa Serdemê zivirî mîtingêk. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan endama Yekîtiya Jinên Ciwan Zêneb Xilo axivî xilo diyar kir ku 15’ê Tebaxê sala 1984 an de bi pêşengtiya fermardar Egîd de guleya yekem di mêjiya dijmin da teqand û kurdê ku xewdikir ji xew şiyar kir û gihand ronahiyê.
Li Zap, Avaşîn û Metîna gêrîlayê azadîya Kurdistan bi rihê 15’ê tebaxê berxwedanekî bê hempa dimeşîne. Xilo di berdewamiya axfatina xwe de bangî jinên ciwan û ciwanan kir ku têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin û tevlî meşa azadiyê bibin.
Piştî ku axaftin xilas bû jinen ciwan û ciwanên şehba dilan girtin û bi sloganan çalakiya xwe bi dawî kirin.