BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 13’ê Tebaxê saet di 06:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkean hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
- 13’ê Tebaxê saet di 09:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên giran li wan hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 13’ê Tebaxê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 13’ê Tebaxê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku di nava liv û tevgerê de bûn û derb li çeperekê hate xistin.
- 13’ê Tebaxê saet di 18:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
- 13’ê Tebaxê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
- 13’ê Tebaxê saet di 23:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.
- 13’ê Tebaxê helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriyhan. Bi çekên giran dest li helîkoptereke Skorsky hate werdan û ehlîkopter bêyî ku karibe hêzên xwe li qadê dayne, neçar ma ku ji herêmê biçe.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 13’ê Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê û li Metînayê jî Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- Herêmên Zap û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi topan hatin bombekirin.”