NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ragihand ku 15’yê Tebaxê vejîna jina azad û civaka xwezayî ye, herwiha li dijî pergala baviksalarî û kapîtalîst ew hevsoziya xwe ya ji bo Rêberê gelê xwe dubare dikin, heta azadiya gelê Kurd û Rêber Apo rêya yekane ya serketinê berxwedane.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) îro li Seyrangeha Serawî ya Suchan Axa ya girêdayî navçeya Seyîdsadiq bi stran, govend û şahiyê Cejna Vejînê 15’yê Tebaxê pîroz kirin. Di şahiyê de welatparêzan ev roje li gelê Kurd û tevayî cîhanê pîroz kirin.
Piştre Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şehram Germiyanî daxuyanî xwend û wiha hate gotin; “15’yê Tebaxê ne tenê vejîna netewekê ye, di heman demê de vejîna hemû gelên bindest ên herêmê ye. 15’yê Tebaxê lêdana bizmara dawiyê ye li tabuta dewlta Tirke. Piştî 39 salan gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê bi tevahî li ser piyane û ji bo hemû gelên bindest azadiya xwe bi tevahî diqîre.”
Di dewama daxuyaniyê de 15’yê Tebaxê li dijî pergala baviksalarî û kapîtalîst vejîna jina azad û civaka xwezayî ye û wiha soza xwe nû kirin; “Em soza xwe ya ji bo Rêberê gelê xwe dubare dikin, heta azadiya gelê me û azadiya Rêber Apo em ji têkoşîn û berxwedana ranawestîn, ji ber ku tenê rêya azadî û serkeftinê di têkoşîn û berxwedanê re derbaz dibe.”