ŞEHBA – Îro li qampa Serdemê ya Şehbayê bi coşekî mezin pêngava 15’ê Tebaxa 1984an ya ku di bin pêşengtiya fermandar Mehsûm Korkmaz (Egîd) de bi avêtina mermiya yekem li dijî dagirkeriyê di vê rojê de hate teqandin ,bi pîrozbahiyeke mezin hat pîrozkirin.
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir,piştî wê li ser navê tevgera civaka demokratîk Dilsoz Efrîn axaftin kir, Dilsoz 15’ê Tebaxê pîroz kir û da zanîn ku 12 salên şoreşa 19’ê Tîrmehê ku gelê Kurd jiyan dike, di bingeha xwe de berhema tekoşîma pêngava 15’ê Tebaxê ye û wiha domad:em ew kes in ku me xîlafeta DAÎŞ’ê têk bir,heya ku şervanên azadiyê bi rihê 15’ê Tebaxê têkoşîn dikin em’ê tune nebin,her wiha ji bo xeta îxaneta malbata Berezanî da zanîn ku wê malbata Berezanî nikaribe bi îxaneta xwe tevgera azadiyê têk bibin û vî gelî bikişîne xeta îxanetê.
Piştî axaftin bi dawî bû li ser navê çand û Hîlala Zêrîn stran gotin,di dawiya bernameyê de jineke ciwan ya Efrînê ku di nava kar û xebata tevgera ciwanên şoreşger de dimîne,bi hestên welatparêziyê yên pîroz,bi coşeke tekoşînê ya çanda apogeriyê,bi potansiyaleke hêrs ya kîna mezin li hemberî xeta îxanet û dagirkeriyê,di roja salvegera vejîna azadiyê de soza xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla û şoreşa azadiyê da.
Di dawiyê de şahî bi girtina govend û stranan bi dawî bû.