NAVENDA NÛÇEYAN – Em niha li ser dîroka we nasekinen, çawa keşîf hatiyê avakirin û çawa û kudere hatin bikaranîn. Di bingehîn de em dikarin bejin, hêzen amerikayê di we mijarê de peşengtî kiriye dema li Efganistanê bi keşîfan her kombûna însanan kir hedef êrişa xwe. Dema li Kobanê bi hezaran ciwanên welatparêz tevlî şer li hember Daiş bûn û bi fedaitiya canê xwe, bi serkeftîn û windahiyên pir giran tekoşin kir, rejîma faşista Tirk ji bo tola xwe rabikê çekirina keşifan zede kir û fireh kir.
Îro em encama we dibînen. Niha leşkeren Ûkraîna reklaman çedikin ji bo keşifa tirk ya Bayraktar û hezaran rêjîman dîktator dixwazin gel Tirkiyê wan keşîfan bistînen ku li ser dewletan NATO’yê nikarin bistînen. We deme jî taybet di cihên reberiyên xweser li Rojava û Bakûr û Rojhilat Sûriyê wan keşîfan taybet bi armanca soucastkirina û qetilkirina insan tên bi kar anîn.
Şereke ku wan naxwazin bibe şerêke eşkere ya resmî. Şerekê ku hewl dide mîrovên welatparêz yên ku ji bo welatê xwe xwedî derdikevin nikarin edî bi awayeke serbest hareket bikin. Yên ku tekoşin dimeşinen şûna hezaran insan ku welatê xwe direvin, koçbertî dikin û diçin welatên Ewropayê, bibin hedef keşîfa tirkan. Şereke firehê ku bi detaîlen herî piçuk hatiyê plankirin. Rejîma faşist ya tirkiyê her derfet bi kar tînê, ji bo hevîyên wan mirovên ku ku bi armancen xwe giredayne û ji bo hebûna çanda Kurda, Zîmanê Kurda û serxwebûna Kurd û herem (wek Rojava, Mexmûr û Şengal) tekoşîn dimeşinen û xwe rexistin dikin, tesfiye bibin.
Rejîma faşista Tirk dikarê jî rêbazên û şewazên cûda bi kar bîne û bi kar tîne jî, lê bi kar anîna keşîfan şûna ku pir baharê, encama xwe digere. Ji ber bingehin ji bo bi kar anîna wan evê ku insan di cihanê de reflêx an reaktîon nişan nedîn an pir kêm nişan didin ser wan êrişên ku li Rojava û Başûrê Kurdistan tên kirin û gel dike hedefa êrişa keşifan.
Weke wan jinên ciwan ku di navendeke ji bo perwerdekirina jinên ciwan li Rojava sekinî bû û dema tubê listinê bi keşîf hatin bombardeman kirin. An ew ciwanên ku li bajarê Kobanê di baçxe malêke de ber evarê kom dibun û bûn hedefa êrişa keşîfa rejîma faşista tirk. Pir buyeren wisa hene…pir zede ye.
Ama sanki mirov di welatên Ewropayê an welatên dîn de nikarîn watê wan êrişan fambikin an berçavê xwe derbas bikin. Minakeke. Tû li gundeke jiyan dike û tû dixwaze hevalên xwe li bajar bibîne. Rêya bajar dûze û dirêje û derdora we pir kêm mal û gund hene. Ev bibe sedem ku ser we rê tu dikarê bibe hedefa keşîfan. Yanî xetere ji bo te tu ser we rê biçe. Minakeke din. Tû li bajarê û tû dixwaze bi hevalên xwe de di nava parqeke kom bibe. Lê ev parqa firehe û tene derdor çend dar hene. Ev ji bo te xetere tu bikeve nava parqe, ji ber dibe ku tû bibe hedefa keşifan.
Tû edî nikarê di nava roj de hareket bike, ji ber keşif dikarê te bibine, tû edî nikarê di cihên fireh hareket bike, ji ber dibe ku keşîf te li vir hedef digire, tu derdora xwe bi gûman nêz bibe, ji ber dibe ku derdora tê ajantî bike û agahîyên ser tevgerandina te dişine dijimin. Tu hertim jil û bergen xwe kontrol dike, ereba her tişt, tu telefona xwe di mal de dihele, ji ber ev tiştan dibe ku te bike hedefa keşif û tê êriş bike.
Hertim tu denge keşifan ser te bihise, ser gunde te, ser bajar, ew tê bişopinen û eger derfeta wan hebe jî êrîş bikin.
Însan di we şere de bin sexteke pir giran diminê, tene ji ber dixwaze di welatê xwe de jiyan bike û ji bo azadiya xwe tekoşin dimeşine, şûna bireve û ser rêyan pir xeter ser avê koçbertî bike. Eger koçbertî kir û di nava av nafetisî, li ser sînor polîs û leşkeran sînor û Frontex te na weke însan nez bibin. Eger tu dikarîbu wan sinoran derbas bike, tu herî dawî di bûrokratîka dewletan bifetisîne, ji bo heviya te (ewqas piçuk de jî) edî namîne.
Ewqas dewletan Ewropa ser mijarên pirsgirekan koçberan diaxifin û xwe nişan diden wek dixwazin edî carenser bikin, ama dijî we tevdigerin. Ew para didin Tirkiyê ji bo ew we para ‘ji bo koçberan’ bi kar tîne. Ama tirkiye bi xwe wan koçberan bi siyaseta xwe faşist çedike. Bi sekinandina av ku nahele av were Rojava an Başûre Kurdistan, bi şerê keşifan, bi qutkirina û şewtandina dar û daristanan, bi we Embargoye û her wekî din wan kiryarên şere taybet ku rejîma faşista AKP MHP bi reverberiya Erdoğan, wan guardiyan ya NATO’yê ser me ferz dikin.
Eger rastî kesek dixwaze wan destkeftiyên li vir biparêze, pewiste bi çalakiyên û rexistinkirina xwe û derdora xwe ev şerê Taybet li Rojava û Başûre Kurdistan û Bakurê Kurdistan jî edî deşifre bibe û tekiliyên tirkiyê bi dewletan NATOyê û Ewropa werin nişan kirin. Ji ber ew ên ku hawayê Rojava kontrol dikin minak Amerikayê. Yek alî wan xwe wisa nişan didin wek ew di nava koalisyone bi hêzên Rojava yê û ji bo parastina gelê Rojava kar dikin, ama alî din de jî dihele wan Însanên bibin hedefa êrişa keşîfa faşista tirkiyê.
Watê wan êrişa keşifan, bandora we ser İnsan û xwezaî û perspektîf ji bo pêşerojê em ji were bistînen weke gelê dûnya, eger em dihelin ew kiryarên wisa didominen û em wan dewletan nadin sekinandn, rastî trajîkê. Ji ber eger kes dikarê bihele insan û gel bi teknqia şer ya dewletan tên êriş kirin û taybet tên soucast û qetilkirin, bê ku dikarê xwe li hember wan tiştan biparêxze, dikarê bejê wijdana we hebe, nikarê beje hesten mirovî gel wan hebe, nikarê bejê rûmeta we hebe.
Kenge ev rawa bûyê insan di nava roj de bi teqniqa şer bi milyonan bihatir tên bombardeman kirin, tene ji ber ji bo reverberiyên xweser, zimanê xwe, çanda xwe û hevjiyaneke aştî giştî civakê û olan xwedî derdikevin? Kenge wijdana mîrov dikarîbû wan bûyeran qetilkirina rabike? Rastî em wek civakê ewqas şar bun û hestên xwe mirovahî dûrketin, em dikarin wisa binerin çawa di welatên ditir giştî malbatan bi keşîfan tên tinêkirina, wek ew bûn leşkeran di ali dijminatî de di nava wan şeran tekniqan bilind?
Rastî em edî wan Dîmenan kuştin û qetilkirin ferbûnê ku ev medya dijital û televisiyon, fîlman û diziyan me hertim nişan dide? Em edî femnakin rastî çiye û watê we çiye ji bo însan û jiyana gelan? Dewletan dikare edî li hember kesan, li hember zarokên li hember malbatan û insanên ku xwe rexistin dikin wisa tevbigere?
Ev pirs in ku tenê her kes dikare ji bo xwe bersivê bide, ji ber ku em ne di gotinê de, lê di kirinan de kêm in.