PARÎS – Ciwanên Kurd ên li Parîsê piştî gera xwe ya çandî ji bo bîranîna şehîdên di Komkujiya 1 û 2. a Parîsê de li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hatin cem hev. Bîranîna ku di şexsê şehîdên Parîsê de li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona amadekirî berdewam kir. Piştî nîşandana sînevîzyonê, ciwan çûn serdana hevalên ku di Komkujiya Parîsê ya 1. de şehîd bibûn.
Bi vî awayî ciwanên Kurd roja 2. ya Tûra Ciwanan a Parîsê bi dawî kirin. Ciwan wê sibê berhemên dîrokî yên ji çandên cuda yên li Muzeya Louvreyê û bi taybetî jî berhemên dîrokî yên axên Mezopotamyayê yên li muzeyê ziyaret bikin.