AMED – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Şevger Hêvî 19’ê Tebaxê saet 00:10’an li ser rêya Amed-Bismilê li dijî kulûbeya cerdevaniya dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên Tolhildanê bi çalakiyên xwe bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku li dijî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û polîtîkayên şerê taybet û psîkolojîk ên li ser ciwanan bikevin nava liv û tevgerê.
Yekîneyên Tolhildanê a ku bang li her cihî kir got li her derî bikin qada çalakiyê, diyar kirin ku divê di vê pêvajoyê de têkoşîneke bênavber bê meşandin.