TEBQA – Di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî” de, Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê pêşbirka bisiklet ajotinê li dar xist.
Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê çalakiyeke werzişî ya bisiklêtê li dar xist, û ev çalakî di çarçoveya hemleya jinên ciwan de a ku bi dirûşmaya “Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî” de hate li derxistin. Bi beşdarbûna hejmarek zêde ji saziyên jinan li Tebqayê, û jinên ciwanên Tebqa’ye pêşbirk hate destpêkirin.
Pêşbirk ji taxa yekem dest pê kir û gihişt heta taxa duyemîn, li vê de rê bi dawî bû.
Di dawiyê de, hemû beşdaran re ji bo piştgiriya wan û ji bo temamkirina kariyera xwe ya werzişî, di hemandemê de jinên ciwanên ku encamê pêşbirkê de serketin re diyarî hate dayîn.