BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 21’ê Tebaxê saet di 10:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
- 21’ê Tebaxê saet di 14:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 21’ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 21’ê Tebaxê saet di 18:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin.
- 21’ê Tebaxê saet di 21:15’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çalakiyek bi sekvaniyê hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin.
- 22’ê Tebaxê saet di navbera 00:15 û 01:30’î de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin. Helîkoperên Skorsky jî hewl dan dagirkeran li qadê bi cih bikin. 5 caran dest li helîkopterên Skorsky hate werdan. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 22’ê Tebaxê saet di 02:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Li herêma Heftanînê;
- 20’ê Tebaxê li qada Girê Koordîne ya Bektoryayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 21’ê Tebaxê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li herêma Xakurkê jî qada Ava Lolanê 2 caran bi giştî 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- Herêmên Zapê, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”