RIHA – Ji bo Perîhan Akçelîk û Adelet Safalî piştî ku çûn Colemêrgê û îfade dan li ser rêya malê de di encama qezaya di navbera rêya Gever û Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn, endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Çepgir a Kesk a Rihayê (YSP), daxuyanî dan. Ciwanan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bal kişandin ser têkoşîna Dayikên Aştiyê û soza ku ew ê têkoşîna wan bi cih bînin, nû kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Wek tê zanîn dayika aştiyê Garîbe Aslan hefteya borî li Qosera Mêrdînê piştî ku çû serdana kurê xwe di zindanê de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Niha jî xebera xemgîn a mirina dayikên aştiyê Perîhan Akçelîk û Adalet Safalî hat. Piştî îfadeyên wan ên li Colemêrgê, dema vegeriyan Geverê encamê qezayekî de jiyana xwe ji dest dan.
Nûnerên herî bi nirx ên têkoşîna bi rûmet a ji bo aştiyê ji aliyê gelê Kurd ve tê meşandin dayikên me yên aştiyê ne. Têkoşîna dayikên ku tevî zext, binçavkirin û her cure polîtîkayên mêtingeriyê yên hikûmetê li her qadê dev ji gotina aştiyê bernadin û dengê berxwedana zindanan davêjin qadan, wê rêya me ronî bike.
Weke Meclîsa Ciwanan em careke din soz didin ku em ê têkoşîna dayikên Garîbe, Adalet, Perîşan, Berfo û Emîne Şenyaşar biparêzin û bilind bikin.