QAMIŞLO – Li navenda Ciwanên Şoreşger a Navçeya Tirbespiyê ji bo bîranîna Şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li cih û demên cûda şehîd bûne, merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi beşdariya endamên Tevgera Ciwanan, saziyên civaka sivîl, şêniyên Tirbespiyê li dar ket.
Dûre bi navê Tevgera Jinên Ciwan a li Tirbespiyê Hela El Cazî axivî û got: “Di şexsê her sê şehîdan de, şehîd Vejîn Jiyan, Ozgur Ronî, Weed Elî Xelûf em hemû şehîdên Tevgera Azdiyê bi bîr tînin. Em soza şopandina rêya wan didin.” Hela di dewama axaftinên xwe de got: “Em soz didin şehîdên xwe ku çeka wan li erdê nehêlin û tola wan rakin.”
Hela El Cazî di dawiya axaftnên xwe de weha got: “Em dê li hember her êrîşekê ku li ser herêmên me bê kirin, bê bersiv nemînin.”
Merasîm bi Siloganên Bijî Rêber APO ,Şehîd Namirin bi dawî bû.