ŞENGAL – Jinên li Şengalê dijîn 100 name ji Rêber APO re nivîsandin. Jinan di nameyên xwe de dilsozî û hezkirina xwe ya ji bo Rêber APO xemilandin û gotin ku ew bi hêviya azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Nirxandin û biryardariya Rêber APO ya ji bo gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybet jinan bandorê li civakê dike. Jinên Ereb ên Şengalê jî bi 100 nameyan hezkirina xwe ya ji bo Rêber APO, dilsoziya xwe û hêviyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan xemilandin.
Me çend nameyên jinên Şengal ên ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandine ji bo xwînerên Rojnewsê berhev kirine.
‘Di fikrên Rêber APO de me guhertineke erênî dît’
“Beriya ku em fikrên Rêber APO nas bikin, em jinên Ereb ne weke niha bûn. Jiyana jinan bi malên wan ve sînordar bû. Lê bi naskirina fikrên Rêber APO re jinên Ereb bûn îrade û dest bi rêxistinbûnê kirin. Jinên Ereb saziyên xwe yên xweser ava kirin.”
Hin jinên Ereb ên ku name dinivîsandin di jiyana xwe de qet pênûs hilnegirtin û nameyek îmze nekiribûn. Gelek ji wan tu carî nikarîbûn hestên xwe ewqas azad bînin ziman. gelek jinên Ereb nexwenda bûn û qet neçûne dibistanê. Jinên nexwendewar jî bi piştgiriya jinên pênûs di destên xwe de rûniştin, hest û ramanên xwe anîn ziman û xwestin ku li ser kaxezê bên rijandin. Cara yekem e ku lêkolînek bi vî rengî di nav jinên Ereb ên Şengalê de tê kirin. Fikra nivîsandina nameyekê ji Rêber APO re di nava jinan de bû sedema coşeke mezin û di demeke kurt de 100 name hatin nivîsandin. Daxwaza herî mezin a jinên Ereb niha ew e ku ev name bigihin destê Rêber APO.
‘Em ê azadiya xwe ya fîzîkî misoger bikin’
Di hemû nameyên jinên Ereb de xeyala hevdîtina rojekê bi Rêber APO heye. Xeyala wan a herî mezin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.
“Ez vê nameyê bi germahiya hesreteke ku nayê vegotin ji we re dinivîsim, Serokê min. Yê ku jin bi jinê daye naskirin tu yî. Me bi saya fikrên te azadiya xwe peyda kir Serokê min. Ez ji Xweda lava dikim ku deriyê Îmraliyê bê vekirin û azadiya we ya fizîkî misoger bibe.”
“Berî her tiştî em azadiya weya fizîkî dixwazin. Ji ber ku we ruhê wekhevî û jiyana hevbeş di dilê me de çandiye. We ruhê hevgirtinê di me de çand. Tevî hemû cudahiyên olî, olî, çandî û zimanî, têgihiştina me ya jiyana hevpar pêşketiye. Têkiliya hevaltî û rêhevaltiyê wekî din pêşket. Bi hemû cudahiyên xwe em bi felsefeya we ya jiyanê bi pêş ve diçin.”
“Ev name ji baştirîn mirovê li ser rûyê erdê ye. Ev name ji Rêberê min re, ji Rêberê azadiyê re, ji Rêberê mirovahiyê re, ji Rêber Abdullah Ocalan re ye. Ev name ya ku me ji serdema koletiyê derdixe û derbasî serdema azadiyê dike ye. Seroka min, bi saya we jiyan azad bû, nasnameya şervana jin bi dest xist û fêrî berxwedanê bû. Em ji Xweda dixwazin ku azadiya we ya fizîkî misoger bike û bi me re hevdîtinê bike.”