ŞEHBA – Di bin dirûşmeya “JIN JIYAN AZADÎ,SER BIXE AZADΔ de Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrîn û Şehbayê komxebatek di derbarê rêgeza pêncemîn ya etîk û estetîkê li dar xist. Îro li navenda Çand û Hunerê ya Fafînê civîna komxebatê di kesayeta şehîd Vejîn Jiyan û hemû şehîdên doza azadiyê de bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtin perspektîvên rêber APO yên li ser etîk û estetîkê ji aliyê rêveberiya ciwanên PYD’ê ya Qampa Berxwedan Sendî Reşîd ve hatin xwendin.
Jinên ciwan ên ku tevlî komxebatê bûne destgirtina xwe ya ji etîk û estetîkê re nirxandin û her wiha diyar kirin ku modernîteya kapîtalîst herî zêde bandorê li ser jinên ciwan çêdike û estetîkbûnê jî weke amûr bi kar tîne.Di dawiya komxebatê de weke encam hate diyarkirin ku divê bi taybet jinên ciwan herî zêde li hemberî xapandinên modernîteya kapîtalîst bisekinin û di aliyê destgirtina etîk û estetîkê de xwe xort bikin. Di dawiyê de komxebat bi siloganên “BÊ SEROK JIYAN NABE,JIN JIYAN AZADΔ bi dawî bû.