REQA – Meclisa Werzîşê ya Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan pêşbirka duçerxeya jinên ciwan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li Stada Beledî ya bajêr li dar xist. Nûnerên Desteya Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Werzîşê ya Reqayê, Yekitiya Werzîşê, Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a Reqayê û hin tevgerên jinan di çalakiyê de hazir bûn.
Pêşbirk li stadê bi du geran dest pê kir. Di her du geran de jina ciwan a bi navê Aya El Hemed bi ser ket. Yekitiya Werzîş û Ciwanan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên ciwan ên di pêşbirkê de bi ser ketine, xelat kirin.