NAVENDA NUÇEYAN
Vejin her tişt e. Ew heqiqeta piştî êşa hebûnê ye. Her tişt pê dest pê dike; carinan zaroka ku çavên xwe li jiyana bi dayikekê vedike, carinan jî fikir, yekîtî û berxwedanek kubi Rêbertî re çavên gel vedike. Carinan dibe Xwedawenda ku hemû zincîran dişkîne û azadiyê tîne dinyayê. Dibe Vejîn Jiyan. Ji bo têkoşîna jin û bindestan, bi şikandina hemû zihniyetên paşverû yên ku ji aliyê zîhniyeta şaristaniya pênc hezar salan ve tê rêvebirin, te bû Vejîn, rêheval Vejîn…
Ew yek ji nûnerên herî mezin ê vê kevneşopiya berxwedanê ya ku bi Star dest pê kir bû. Ji bindestan re heval bû, ji zaliman re dijmin bû. Ew şoreşgerek bû ku bîst û çar saetên jiyana xwe bi tevahî jiyan dikir. Dîtina kêliyeke vala ya rêheval Vejîn gelekî zehmet bû. Hevalekî ku her dem difikirî ku çawa xizmeta vê armanca pîroz bike û tiştê ku difikirî jî dikir.
Hûn difikirin ku hûn bi wî re danûstendinek normal dikin. Lê wî ji berê de kêmasiyên di we de dîtibû û hewl dida wan kêmasiyên di we de derbas bike. Soza gelê xwe yê qehreman ê ku bi hezaran salan li dijî metingeriyêli ber xwe dane. Soz da zarokên Kurdistanê yên ji aliyê dewleta faşîst ve jiyana wan tê têk birin. Ji kesên ku ji bo azadiyê nemir bûne soz da ku ev şoreş wê bibe…
Ji xwe re jiyaneke sade heram kiribû. Hevalekî tevlî Rêbertiyê bû, ji dil û can bi gotina Rêber APO ya “Jiyan tê jiyîn divê azad bê jiyîn” bawer dikir. Heval Zîlan “Serokêmin! Ger Ji xeynî canê min tiştekî din hebûya ezê bidim.” Dêrsim, Zîlanê, Koçgirî ji bîr nekiribû. Cenazeyên ciwanên li çeperên şer ji hev perçe bûbûn ji bîr nekiribû. Gelê wêrek a Derwêşên ku di jêrzemînên Cizîrê de gihaştibûn heqiqetê ji bîr nekiribû. Bi armanca tolhildana wan jiyan dikir.
Ew kabûsa metingeriyê bû. Xwedawendek ku zihniyeta mêr jê ditirsiya. Ev çanda berxwedanê ji Sara derbasî Zîlana û ji Zîlanan derbasî Vejînan bibû. Şer bûye paşnavê wî. Sond xwaribû ku bi şer vejînî biafirîne. Sond xwar ku Vejîna Azadiyê ya gelê xwe biafirîne. Ji bo wî, dema ku şer bi hemû coşa xwe dimeşiya, rojên 27’ê Tîrmehê nîşan dida. Rêheval Vejîn di serdema herî bi coş a şoreşa xwe de dema ku bi ruhê tolhildanê dişewitî li pey nemiriyê bû.
Bêdengiyek dinya bar kir, dilê dayikekê pê girt. Cûdî sekinî, çûk şerm kirin ku bifirin. Dîcleya xezeb nexwest biherike. Wê rojê kulîlkan nedixwestin bibişkivin. Mirin ji rastiya xwe şerm kir. Wê rojê stêrkek ber bi heqîqetê ve ket û dîsa ji hezaran kesan re bû Vejîn. Di dilê bi milyonan mirovan de hat veşartin.
Û niha bi sedan jinên ciwan bi navê te hatin binavkirin. Û her kesî tu wek Kabe ezber kiribû. Vejîn jî mîna wan mirovên bedew li hespên bedew siwar bû û çû ser heqîqetê. Agirê ku li dû xwe hiştibû vêxist. Wî navê xwe li nemiriyê danî…
Mazlum Tolhildan