GIRÊ SPÎ – Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê panelek li kampa koçberên Girê Spî li dar xist. Di panelê de perspektîfên Rêber APO ên li ser jinan û girîngiya rola wan di avakirina civakê de hatin şîrovekirin. Bi dehan jinên ciwan ên kampa koçberên Girê Spî ya navçeya Eyn Îsayê di panelê de beşdar bûn.
Di serî de berdefka Yekitiya Jinên Ciwan Nede Şahîn pêşgotinek der barê nêrîn û perspektîfên Rêber APO ên li ser jinan xwendin û destnîşan kir ku Rêber APO dixwaze kesayeteke xurt a jinan ava bibe da ku bikarin civakên xwe pêş bixin û dawî li hişmendiya baviksalariyê bînin. Piştre, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna RêberAPO û komploya navneteweyî ya li dijî wî û rola jinan di qonaxa destpêkê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de hat pêşandan.
Piştî sînevîzyonê di navbera beşdaran de li ser zehmetiyên li pêşiya jinan derdikevin, nexasim jinên koçber û girîngiya bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO nîqaş çêbû.