AMED – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Şerker Mazdek û Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ozgur Ronî li du nuqteyên cuda yên Amedê li dijî dijmin çalakî li dar xistin. Yekîneyên Tolhildana Şehîd Ronî roja 25.08.2023’an saet 02.00’an li ser rêya Amed/Farqîn li dijî nuqteya ku timî polîsên tevgera taybet lê bi cih bûne çalakiyek li dar xistin.
Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku armanca wan bi vê çalakiyê ew e ku bi hinceta lêpirsîna GBT ya dijmin li gelê welatparêz bi nav bikin. Endamên yekîneyê jî diyar kirin ku piştî çalakiyê dijmin bi giranî bi wesayîtên zirxî ber bi qadê ve çûne.
Di heman demê de roja 27.08.2023’an saet derdora 00.40’an de yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Şerker Mazdek li dijî kozika leşkerî ya li taxa Şilbe ya Amedê çalakiyek li dar xistin. Ji aliyê Yekîneyên Tolhildanê ve hat tesbîtkirin ku di dema kontrolkirina nasnameyan de bênavber kozik ji aliyê dijmin ve hatiye bikaranîn û hatiye îmhakirin.
Endamên yekîneyê diyar kirin ku heta ku li ser xaka Kurdistanê şop û îşaretên dewleta Tirk a dagirker û kolonyalîst nemîne ew ê têbikoşin. Endamên yekîneyê diyar kirin ku têkoşîna wan wê bidome û gotin, “Ev banga me ji gelê me yê welatparêz û ciwanan re ye! Em bang li we dikin ku li hemberî her cih û kesên ku aîdê dagirkeran in, vê helwestê nîşan bidin.