MIBIC – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku piştî hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku dixwestin xwe berdin nava gundên Minbicê, bi hawanan herêm hatiye bombekirin. Meclîsê destnîşan kir ku şervanên Minbicê rê nedane çeteyan û ragihand ku li bakurê Minbicê şerê giran ê bi çeteyan re bi dawî bûye.
Meclîsê diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a bi top û hawanan a li ser herêmê dewam dike.