DIRBESIYÊ – Bi pêşengiya Yeketiya Jinên Ciwan a li dijî tecrîda li ser Rêber APO û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta faşîst a Tirk îro bi dehan ciwan daketin kolanên li navçeya Dirbesiyê. Zêdetirî 29 meh in derbarê rewşa Rêber APO de ti agahî nayên eşkerekirin. Têkoşîna ku beriya 50 salan ji aliyê Rêber APO ve hatiye destpêkirin û bi fedekariya bêhejmar şehîdên Şoreşê pêşketiye, ji bo gelê Kurd û gelên herêmê jiyaneke nû afirandiye.
Bi taybetî ji bo jinan, li dijî zîhniyeta baviksalarî, kevneşopî û mêtînger a pergala mêr a serdest û kapîtalîzm, Rêber APO rêya azadiyê û pêşengtiya bêhempa ya militianên tevgerên azaiyê şoreşgerên ku ji bo Şoreşê û azadiya jin û civakê jiyana xwe ji dest dane nîşan da.
Bi dawî endemek ji Yeketiya Jinên Ciwan digot: “Em wekî Yeketîya Jinên Ciwan soz didin gelê xwe û Rêber APO ku em bibin hêza sereke ya ji holê rakirina xiyanetê ji koka wê”