BEYRUT – Ciwanên Kurd li paytexta Lubnanê ya Beyrûte li hev civiyan û li ser girîngiya rêxistinbûnê, pirsgirêkên rêxistinî û çawa ciwanên dijî êrîşên li ser ciwanan ciwanan û ser Kurdistanê bi giştî divê tevbigerin niqaş kirin. Berîya ku civîn despê kir ciwanên ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyekî rêz girtin û piştrê ciwanêke bi navê Medya Qamişlo li ser girîngiya rêxistinkirina ciwan bi axaftîn despêkir.
Medya Qamişlo bal kişand ser girîngiya kombûna ciwanan û diyar kir ku divê li her derê bi vî rengî werin cem hev û têkoşîneke rêxistinkirî bidin meşandin. Di civînê de şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê jî hatin nîqaşkirin. Di niqaşên de hate diyar kirin ku gelê Kurd çiqasî pêş ketiye, Kurd li cîhanê bûye îrade û bi pêşengiya ciwanên Kurd DAIŞ hatiye şikandin.
Medya Qamişlo axaftina xwe wiha domand. “Çawa ku di Şoreşa Rojava de şoreşek bi pêşengiya ciwanan hate kirin, ciwanên Kurd jî li ku bin, xwedî vê berpirsyariyê ne. Em piştrast in ku niha di nava me de ciwanên Efrînê hene û ji ber rewşê niha êşên mezin dikişînin. Lê xemgînbûn têrê nake. Em ji wan re çi bikin, ji bo axa xwe em çi bikin? Ev girîng e. Ji bo vê jî divê ciwanên Kurd li her derê xwe bi rêxistin bikin, li her derê rêxistina xwe ava bikin û li gorî wê tevbigerin.”
Civîna ku bi qasî 3 saetan dewam kir bi dirûşmeyan bi dawî bû.