TIL TEMÎR – Li bajarê Tiltemirê bi pêşengiya Ciwanên Şoreşger li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê meşek hate lidarxistin. Bi dehan ciwan û gelê Tiltemir beşdarî meşê bûn. Di meşê de bênavber sloganên “Bijî Serok APO”, “Bimre Îxanet” û “Tolhildan” hatin qîrîn. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate xwendin. Ciwanan di daxuyaniya çapemeniyê de hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a faşîst a li qadên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîlayên azadiyê û bi giştî gelê Kurd şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê dawî li îxanetê bînin.
Her wiha bang li ciwanan hate kirin ku li dijî hewldana aloziyê ya li Bakurê Sûriyeyê ji aliyê çeteyan ve, bibin yek û xwe birêxistin bikin.
Malbata Berzanî îxaneta li gelê Kurd û Kurdistanê didomîne. Dîsa nêzîkatiya wan a li hemberî şoreşgerên me, bi taybetî jî yên bêexlaq ên başûrê Kurdistanê diyar dibe. Ji ber vê yekê divê em dawî li îxaneta Barzaniyan û PDK’ê bînin. PDK bi êrîşan dixwaze Tevgera Azadiyê tine bike û bi vî rengî dewleta Tirk a faşîst razî bike, hewl dide rûmet û berxwedanê bi dest bixe.
Em hevalbendên îstîxbarata Îran, Tirkiye û Sûriyê yên ku hewl didin aloziyan çêkin careke din şermezar dikin û em dibêjin ku em ê her tim li dijî fitne, tirs û bêîstiqrarî, îxanet û dagirkeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekdeng bin. ku heta em Kurdistanê azad bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Bimre Xiyanet
Bijî berxwedana gerîla!
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temirê