BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haberê de axivî û ji ber hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re PDK hişyar kir.
Kalkan diyar kir PDK hêzeke wisa ye ku sond xwariye PKK’ê tune bike û got “Bi hemû dijminên PKK’ê re dikevin nava her cure têkilî û tifaqan. Piştî wê dema ku PKK jê re tiştekî dibêje, radibe dibêje ‘Li dijî dijmin diaxivin.’ Tu her tiştî bikî, her cure îxanet û hevkariyê bike, lê bila kesek ji te re tiştekî nebêje. Tiştekî wisa li ku heye?”
Kalkan, anî ziman ku PDK hevkarê dewleta Tirk e û got, “Ji niha û pê ve li Metîna, Garê, Xinêre; li ku derê ew gavekê biavêjin û guleyekê biteqînin û bi pêş ve werin, wê êdî ev tişt bibe şer. Divê her kes vî tiştî bizanibe.”
Nirxandinên Kalkan wisa ye:
“Ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Hewldanên girîng hene, têkoşîn didome. Têkoşînên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo him di aliyê hiqûqî û him jî di aliyê siyasî de didome. Îro li gelek bajarên Ewropayê gel û dostên me li ber xwe dan. Bi rastî jî helwesteke bi heybet û daxwazên zelal nîşand an. Ez di şexsê çalakiyên Dusseldorf û Strasboûrgê de li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, gelê me, dost, ciwan û jinên beşdarî vê çalakiyê bûne silav dikim. Di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim. Têkoşîna me wê bi ser bikeve. Ez careke din dixwazim diyar bikim ku ez ji dil û can bi vê bawer im.
XWEDÎDERKETINA LI QADÊN DERVE GIRÎNG E
Du sal û nîv derbas bûn, agahî tune. Parêzerên herî dawî bang li CPT’ê kirin; xwestin bila agahî û daxuyaniyên di destê xwe eşkere bikin. Ev bangeke girîng bû. Ev rewş li benda bersivandinê ye.
Di rastiyê de li qadên derve bertekên li dijî pergala Îmraliyê, êşkence, tecrîd û qirkirinê bêtir watedar in. Ev diyar dike ku Rêber Apo dîwarên tecrîda Îmraliyê çawa parçe kiriye, rastiya Rêbertî çawa asteke global bi dest xistiye, li hemû bindest û kedkaran belav kiriye, jin û ciwan û kedkar di serî de çawa rêya rizgariyê nîşanî hemû bindestan daye û bûye rastiya rêbertiyê. Em dikarin vî tiştî bi zelalî diyar bikin.
Parêzerekî digot; heta ku Rêber Apo di warê fîzîkî de azad nebe, Îmrali parçe nebe, axaftina li ser aştiyê bêwate ye. Ev tişt tê dîtin, dema fikrên Rêbertî, paradîgmaya nû, paradîgmaya azadiya jinan diparêze, ekolojîk û demokratîk belav dibe, bala mirovan dikişîne, mirov wê dişopînin û qebûl dikin. Çareserkirina pirsgirêkên xwe di wir de dibînin.
JI BÊBERTEKBÛNA SAZIYÊN FERMÎ RE MIROV DIKARE BIBÊJE KU HEVKARÊN SÛC IN
Ew bi rastî lêgerînek cidî heye. Ev lêgerînek e ku bi taybetî piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê dest pê kir. Ev lêgerîn bersiva xwe di paradîgmaya nû ya Rêber Apo de bersiva xwe dibîne. Di vê paradîgmayê de her kes rêya azadî, demokrasî û wekheviyê dibîne. Rizgariya xwe di paradîgmaya Rêbertiyê de dibîne û li ser vê bingehê eleqe zêde dibe, bêtir têdikoşe, tevlê dibe û dengekî bilind derdixe. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo helwesteke zelaltir û teqez nîşan dide. Bi awayekî cîddî faşîzma AKP û MHP’ê dide ber pirsan.
Lê ji saziyên fermî tu bersiv nayên. Me ev yek gelek caran diyar kiriye. Rêvebiriya Tayyîp Erdogan –em dikarin vî tiştî gelek caran dubare bikin- derket holê ku bi tevahî derewkar e. Hûn ê bibêjin di kîjan warî de rastî tevdigere? Jixwe li holê împaratoriya derewan heye. Divê mirov bibêje împaratoriya derew û tirsê. Ev pênaseya herî rast a dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan e. Li ser vê mijarê daxuyaniyeke giştî dan. Lê wan tişta ku dibêjin pêk neanîn. Em vî tiştî fêm dikin, em nêta wan dizanin, polîtîkaya wan dizanin, bi feraseta wan dizanin. Ji ber ku faşîst, mêtinger û qirker in, wisa êrîş dikin.
Lê belê mirov nikare fêm bike ku çima saziyên din ên ji Îmraliyê berpirsyar in, wekî ku rêveberiya Tirkiyeyê dipejirînin, bêdeng in. Pirsgirêka sereke li vir e. Di vî warî de hevkariyek heye. Mirov dikare bibêje hevkariya sûc û hevkariya sûc. Hemû jî hene. Bi hevkariyeke wisa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê astengkirin, li Îmraliyê qirkirina herî giran a faşîst, mêtinger, qirker, zilm, êşkence a di dîrokê de heye. Ev rastiyeke eşkere ye.
PIRSGIRÊKA KURDAN NE PIRSGIRÊKE JI RÊZÊ YE
Divê mirov çi bike? Bê guman, em her gav vê pirsê dipirsin û divê em bipirsin jî. Em ê têbikoşin. Pêwîst e ji têkoşînê dûr nekevin. Divê di têkoşînê de encamên zû û zêde neyê hêvîkirin. Ji ber ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ji pirsgirêka Kurd tê. Pirsgirêka Kurd çi ye? Tê wateya feraset û siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Ev ne pirsgirêkek asayî ye. Dibe ku yek ji pirsgirêkên herî giran a di mirovayetiyê de ye. Pirsgirêka Ereb-Îsraîl pirsgirêka herî giran û herî kevn a dîrokê ye. Lê pirsgirêka Kurd ev tişt jî derbas kir. Çima? Ji ber ku têkiliya xwe ne bi tenê dewleta Tirk û dewletên Rojhilata Navîn re heye. Ji ber ku hegemonyaya kapîtalîst û global, li ser esasê feraset û siyaseta ku dixwaze Kurdan înkar û îmha bike, hatiye avakirin. Ji ber vê jî mirov çiqasî faşîzma AKP û MHP’ê bitengijîne, zextê li rêveberiya Tirkiyeyê bike, derbeyan lê bixe, wê bîne ber asta hilweşandinê, ji bo çareseriyê zextan lê bike, hew te dît hinek kes piştgiriyê dide dewleta Tirk û wan rizgar dike. Heta niha ev tişt gelek caran pêk hatiye.
Lewma divê em vê rastiyê bibînin. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek e ku ewqas zû, bi lez û bi hêsanî çareser bibe. Yên wisa difikirin wê xelet derkevin. Ji bo ku terpilîn û xeletî nebe, divê pirsgirêkê baş çareser bikin. Mirov dikare wekî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya herî berfireh îfade bike, ji ber ku wisa ye, bi pirsgirêka azadiya jinan a ku pirsgirêka herî berfireh a dîrokê ye, bi têkoşîna azadiyê ya jinan bû yek. Ev ne tesaduf e. Ne tiştekî tesadufî ye ku di nav têkoşîna azadiya Kurdan de Jineolojî geş bibe û şoreşa azadiya jinan dest pê bike. Ev tişt têkiliya xwe bi cewher û berfirehbûna pirsgirêkê re heye. Li ser vî esasî têkoşînek e.
TÊKOŞÎNA JI BO RÊBER APO, TÊKOŞÎNA JI BO MIROVAYETIYÊ YE
Ji ber ku Rêber Apo li çareseriya pirsgirêka Kurd digeriya, komploya navneteweyî hate organîzekirin û ew birin Îmraliyê. Sîstema Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye. Pergaleke ku hewl dide komployê bidomîne û pêk bîne. Bi armanca komployê jî Rêber Apo girtin. Çima? Ji bo qirkirina Kurdan pêk bînin, çareseriya pirsgirêka Kurd, bi vî rengî demokratîkbûna Tirkiyeyê û bandorên wê yên demokratîk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê asteng bikin, ev tişt kirin. Divê hûn vê jî bibînin. Di vî warî de têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têkoşîna azadiya Kurdistanê, azadiya gelê Kurd, têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Têkoşîneke wisa ye ku ji bo mirovayetî jiyaneke azadtir bi dest bixe.
Kaxiza tûrnûsolê ya demokrasiyê, rewşa li Îmraliyê, nêzikbûna li Îmraliyê ye û nêzikbûna li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev rastiyeke eşkere ye. Ji ber vê jî çareserî vê têkoşînê geş dike. Divê em vê têkoşînê li her qadê geş bikin. Divê em li her qadê, bi her rêbazê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi awayekî herî xurt pêş bixin. Li ser vê bingehê têkoşînên hiqûqî dikarin bên kirin. Me her tim gotiye, hêjayî dubarekirinê ye. Divê pergala Îmraliyê di çarçoveya hiqûqa demokratîk de bê nîqaşkirin û lêkolînkirin. Sîstemek çawa? Divê mirov dûrî vî tiştî nesekine. Divê baş were teşhîrkirin. Pêwîst e têkoşîna siyasî, têkoşîna girseyî, çalakiya ciwan û jinan li her qadê bê pêşxistin. Tevgera me ji niha ve têkoşîna azadiyê geş dike. Gerîlayên me bi qehremanî şer dikin. Kombûna van hemû têkoşînan jî dibe têkoşîna ku wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Divê em di vê têkoşînê de bi israr bin, dev jê bernedin, bi îrade û bi sebir bin. Divê em ji serfiraziyê bawer bikin û heta ku serfirazî were bidestxistin divê em têbikoşin. Ez careke din ji kesên vê têkoşînê dimeşînin re, serkeftinê dixwazim.
REWŞA LI ÎMRALIYÊ GIRTÎGEHAN PIR BANDOR DIKE
Rêber Apo ev tişt gotibû, “Li vir sîstemek wisan hat avakirin ku ez ji bo xwe tiştekî nabêjim, lê ji ber min wê zext û zilm li bi sedan mirovan were kirin, wê di girtîgehan de bimînin û rû bi rûyê êşkenceyê bimînin. Ev yek wê her kesê bandor bike. Lewma divê mirov li dijî vê rabe û têbikoşe.” Niha em wê rewşê dibînin, ew encam diqewimin. Em nebêjin hemû girtîgeh, rewşa girtiyên siyasî mîna rewşa li Îmraliyê ye, di wê astê de nabe lê pir ji wê bandor dibe. Zexteke faşîst a pir giran, teror û êşkence li girtîgehan heye. Ev bi eşkere belav dibe, cenaze ji girtîgehan derdikevin, girtî şehîd dibin. Herî dawî Şakir Tûran şehîd bû; ez bi rêzdarî wî bi bîr tînim. Di şexsê wî de ez hemû şehîdên me yên zîndanan bi bîr tînim. Ez êşa gelê me û malbata wê parve dikim.
Niha malbatên wan bi van girtîgehan re eleqer dibin, ev girîng e. Girîng e ku ev hewldan bibe têkoşîneke hîn bi plan û rêxistintir. Bi rewşa xwe ya heyî ve divê wisa were kirin. Bi rastî jî qelsî hene, lewazî hene; dibe ku were xurtkirin.
Lê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatan e. Rojên borî rêxistineke mafên mirovan bîlanço eşkere kir. Heta niha 313 girtî tevî ku cezayên wan qediyaye jî, ji ber sedemên kêfî nayên berdan. Ev rewşeke pir cidî ye. Ev yek belavbûna bêhiqûqiya li Îmraliyê ya li her qadê ye. 313 kes ne tiştekî kêm e. Hinek ji wan ev 6 meh in, hinek ev salek e, hinek 2 sal û hinek jî 3 sal in cezayê wan qediyaye lê nayê berdan. Ew jî cezayên ne heq in. Ti aliyê wê yê demokratîk û hiqûqî tune ye. Bi temamî cezayên ku bi mulahazayên mêtinger û qirker hatine dayîn, lê êdî guh nadin wê jî. Êdî her tişt bûye li gorî kêfiyetê. Desteyek ava kirine. Mirovan tînin beramberî xwe. Nêzîkatiyek mirovî jî li holê namîne.
CÎHAN DURÛTIYÊ DIKE
Di heman raporê de tê gotin ku di serlêdanên sala 2022’an de ji bo wan hatî kirin, 201 serlêdanên êşkenceyê hene. Li holê ye ku rêveberiya Tayyîp Erdogan rêveberiyek çawa ya êşkenceyê ye. Ji derveyî vê rêveberiyê, eger hin kesên din qasî çaran yekê vê zext û êşkence pêk anîban wê gelek derdoran qiyamet rakiriban. Lê em bi baldar bin. Zêde deng li hemberî rêveberiya Tayyîp Erdogan nayê derxistin. Hemû jî ji nebihîstî, ji nedîtî û ji nezanînê ve tên. Durû ne… Cîhan bi rastî jî li hemberî tiştên ku rêveberiya AKP’ê bi serê Kurdan tîne durû ye.
Tişta ku li Kurdan tê kirin helbet li karker, kedkar, jin, ciwan û sosyalîstên demokratîk ên şoreşger ên Tirkiyeyê jî tê kirin. Evane ji hevdû ne qut in. Lewma rewş cidî ye. Li girtîgehan girtî li ber xwe didin. Ji ber ku ewane şopdarên kevneşopiya berxwedana 14’ê Tîrmehê ne. Xeta berxwedanê ya 1982’an dimeşînin. Ti zilm û zext nikare wan ji armanca wan qut bike û îradeya wan bişkîne. Jixwe neşikand. Şehîdê herî dawî çi got? Got, ez serbilind im. Bila her kes serbilind be. Ev qas.
HER KESÊN LI GIRTÎGEHAN BI SERBILINDÎ SEKINÎ, TÊDIKOŞIN
Rêveberiya Tayyîp Erdogan çi kir? Bi deh hezaran mirov, jin-mêr avêt girtîgehan. Ti kes li gorî wî tevnegeriya. Her kes bi serbilindî sekinî, têkoşiya û têdikoşin. Li girtîgehan têkoşîn tê kirin. Em vê têkoşînê dubare silav dikin. Em serkeftinê dixwazin. Dibe ku zehmet be, bi êş be, dibe ku êşkence li wan tê kirin û dibe şehîd bibin. Ewane şervanên doza mezin in. Di bin fermana doza azadî û demokrasiyê û artêşa şehîdan de têdikoşin. Ewane dizanin ku wan çi kiriye, çawa dijîn û çima êşkenceyek wisa li wan tê kirin.
DIVÊ HER KES XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA LI GIRTÎGEHAN DERKEVE
Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşînê, vê têkoşînê bibîne û xwedî lê derkeve. Di vî warî de jî pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatan e, di rastiyê de pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber ku eger îro li girtîgehan asta êşkenceyê hatibe vê rewşê, wê sibe hîn zêdetir belavî hemû civakê bibe. Niha her kes dibêje; êşkenceya Îmraliyê belavî me hemûyan bû. Tecrîda Îmraliyê belavî her derê bû. Ev zext, zilm, mêtingerî, birçîtî, krîz, krîza ekonomîk, krîza siyasî hemû çavkaniya xwe ji vir digire. Îmralî jî ji bo pirsgirêka Kurd heye. Ev qas şer, xwîn, mirin hemû di encama pirsgirêka Kurd de derketiye holê. Lewma berpirsyarên vê yekê ew in ku yên pirsgirêka Kurd derxistine holê û çareser nekirine. Ew in ku yên zext, zilm, qirkirin û mêtingeriyê li ser Kurdan didin ferzkirin û hebûn, azadî û mafê demokratîk ên Kurdan qebûl nakin û dixwazin Kurdan tune bikin. Dema pirsgirêka Kurd tê gotin, bila ti kes Kurdan weke berpirsyar nebîne. Berovajî, li ser Kurdan kiryara zext, zilm û tunekirinê heye ku berpirsên vê jî hevkar in.
Li ser vî bingehî lewma divê mirov berxwedana li girtîgehan rast fêm bike, hîn zêdetir piştgiriyê bide berxwedanên girtîgehan, van kiryarên zilm û êşkenceyê hîn zêdetir teşhîr bike. Ti rejîm nikare xwe li ber êşkenceyeke bi vî rengî bigire, eger bê teşhîrkirin wê hilweşe. Rewşa girtîgehan diyar e. Çi dibe nabe li wir diyar dibe, hîn zêdetir tê dîtin. Ji wî alî ve jî divê mirov hîn zêdetir piştgiriyê bide berxwedanên girtîgehan.