NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a HBDH’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku komkujiya 6-7’ê Îlonê ji aliyê dewletê ve hatiye organîzekirin û got, “6-7’ê Îlonê ne hêrsa wan girseyan e ku bixweber daketine kolanan. Ev êrîş ji aliyê dewletê ve hatiye amadekirin.”
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin
“Dewleta Tirk ji destpêka damezrandina xwe ve şopdarê kevneşopiya Teşkîlatî MAhsûsa ye. Ya ku kodên damezrandina wê û avakirina neteweya wê diyar dike ev e. Qirkirin û komkujî, asîmîlasyon û monîzm, bûye bingeha avakirina Tirkbûn û netewe-dewletê. Li ser vê bingehê bi Qirkirina Ermeniyan, pevguhertina gelan a bi zorê, baca mîratê re gelên Ermenî, Rûm û yên ne Misilman hatine qetilkirin û dest danîne ser mal û milkên wan. Pogroma 6-7’ê Îlonê ne hêrsa wan girseyan e ku bixweber daketine kolanan. Ev êrîş ji aliyê dewletê ve hatiye amadekirin
Ev rêxistinbûna pogromê ji aliyê hukûmeta wê serdemê ve ji bo tepeserkirina muxalefeta civakî ya zêde ya li welêt hat organîzekirin. Ji bo ku hêrsa karker û kedkarên belengaz ji holê rake û faşîzm karibe wan bi kar bîne, hatiye amadekirin.
Di heman demê de dewleta Tirk a faşîst dînamîka tinekirina xwe di têkoşîna azadiya Kurd, şoreşa Kurd de dibîne. Ji bo vê jî ev 40 sal in li dijî gelê Kurd şerekî bênavber dimeşîne. Îro jî dewleta faşîst a Erdogan destkeftiyên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê ji xwe re kiriye armanca yekemîn. Bi dewletên din ên herêmê yên ku Kurdistan di nav wan de parçe kirine, li dijî gelê Kurd û bi desteka xeta PDK’ê ya xayîn re, hewl dide êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava kûrtir bike.
Pirsgirêka gelên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine tunekirin an jî ji nedîtî ve hatin, yek ji dînamîkên sereke ye ku wê faşîzmê têk bibe. Heta ku karaktera red, înkar û asîmîlasyonîst a Komara Tirkiyeyê berdewam bike, heta ku bombe bi ser gelê Kurd ê ku dixwaze bi nasnameya xwe ya neteweyî bi azadî bijî bibare, çîna karker û kedkarên Tirkiyeyê nikarin azad bibin.
Em HBDH li her qada şer a ku em lê ne, ji bo em ji faşîzmê hesabê kesên di pogroma 6-7’ê Îlonê de hatine qetilkirin bipirsin û êşa gelan sivik bikin, em ê têkoşîna li dijî faşîzmê mezintir bikin.”